Tevgera Jinan a KJB’ê şehîdên Gulanê bibîranîn û di serî de li jinên kurd bang li hemû gelê kurd kir ku bila têkoşîna xwe ya li hemberî bîranîna şehîdan bilind bikin.
Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB) bi wesîleya meha şehîdan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di dîroka 40 salî ya têkoşîna azadiyê de bi hezaran lehengî jiyana xwe ji dest dane û got; “Bi ked û berxwedana wan hatine vê rojê.” Her wiha hate destnîşankirin ku PKK navê rastiya şehadeta bi hezaran pakrewanî ye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Meha gulanê ji ber berxwedana şehîdê meha gulanê girîng e. Em 18’ê Gulanê jî wekî ‘ Roja Şehîdan bi nav dikin. Di 18’ê gulana 1977’an de şehîdê mezin Hakî Karer di encam komployokê de şehîd ket. Di 18’ê gulana 1982’an de Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn, Necmî Oner li hemberî faşîzma 12’ê îlonê de bedena xwe dan ber agir. Her wiha ev agir di 9’ê gulanê de di şexsê Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger de gihiştiye lûtkeyê. Dîsa di 18’ê gulanê de li navçeya Hîlwana Sêwregê Halîl Cavgun bi berxwendaneke mezin gihişt şehadetê.
Di 2’ê gulanê Mehmet Karasungur, Îbrahîm BîlgÎn şehîd ketin. Gurbet Aydin( Mizgin) di 11’ê gulanê de şehîd ket. Heval MizgÎn hem pêşenga rêxistina jinan û hem jî yek ji fermandarên yekemÎn yên jin bû. Dîsa Îbrahîm Kaypakkaya jî di 18’ê gulanê de hate qetlilklirin. Em dîsa soza xweya li hemberî bîranîna wan nû dikin û dibêjin ku em dê têkoşîna wan bilidtir bikin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di şehîdê 18’ê gulanê rola dîrokî lîstine û wiha hate gotin: “Rêber Apo bi hemleyan têkoşîna wan bilind kir û bû bersiv. Li ser bîranîna Hakî Karer PKK hate avakirin. Ji bo çalakiyan çaran jî bi 15’ê Tebaxê bersiv hate dayîn. Ji biranîna Kaypakkaya û Denîz Gezmîş jî bersiva stratejiya hevpar a aşatî û biratiyê hate dayîn. Îro jî em pêvajoyek dîrokî dijîn. Bi berxwedana şehîdên me û têkoşîna Rêber Apo asteke azadiyê ya bi hempa derketiye holê. Israra xweseriya demokratik û têkoşîna netewî a demokratÎk AKP’ê ditirsÎne. Ji ber vê jî AKP’ê bi polîtîkayên qirkirinê hewl dide ku gelê kurd tune bike. Ev hewldanên AKP’ê bendewariya jiyana hevpar a gelên Tirkiyeyê dînamît dike. Gelê me û tevgera me dê heta dawiyê li hember van polîtîkayên qirêj têbikoşe. Îro gelê me ligel hemû astengî, zext û girtinan xwedî li ewladên xwe derdikeve. Em vê xwedîderkeitna wan silav dikin.”
KJB’ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Li ser esasê em hemû şehîdên 18’Ê Gulanê bi bîr tinin. Em wekî tevgera jinan a Kurdistanê dê li hemberî vê pêvajoyê bibin bersiv. Em bang li hemû aliyên demokratîk jin, welatparêz û ciwanan dikin ku bila têkoşîna xwe bilind bikin.”