Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, di 2'emîn Kongreya Giştî ya Mezin ya BDP'ê de diyar kir ku, heta Rêberê Gelê Kurd Azad nebe û rola Ocalan neyê dîtin, Tirkiye pêş nakeve. Kişanak got: Ocalan realîteya herî mezin ya Kurdistanê ye. Kişanak anî ziman ku, du rê li pêşiya Tirkiyeyê hene û wiha got: "Rêya şer û demokrasiyê li pêş Tirkiyeyê ye. Ger ku Tirkiye rêya aştî û demokrasiyê hilbijêre divê daxwazên girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên gireva birçîbûnê li ber çavan bigire û li lezgîn Ocalan azad bibe.
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak di 2'emîn Kongreya Mezin ya BDP'ê de li ser pêvajoya siyasî û pêşniyarên çareseriyê yên BDP'ê axivî. Kişanak bi Kurdî girse silav kir û xêrhatin kir û axaftina xwe bi gotina "An azadî an azadi" bi dawî kir. Kişanak diyar kir ku, îro di nav wan de ji 4 aliyên Kurdistanê mêvanên wan yên bi qîmet hatine û wiha got: "Di têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê de nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî ku me mil da hev û têkoşîn da hene. Dîsa gelek sefîrên welatên derve di nav me dene. Em bi hatina we pir keyfxweşin."
Kişanak girtiyên siyasî yên ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û perwerdeya zimanê zikmakî ketine girevê silav kir û wiha got: "Em bawar dikin ku em dê bi berxwedanê bigêjin armanca xwe. Em bi biryarin ku, em bi berxwedana xwe hevalên xwe yên li girtîgehan azad bikin û dê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin û têxin nava xwe. Em li vir parlementerên me yên girtî silav dikin û em dibêjin tu hêz nikare vîna gel dîl bigire.
Em di pêvajoyek pir dîrokî de vê kongreya xwe pêk tînin. Gelê me li gel hemû zext û zordariyan meşa xwe ya azadiyê pêk tîne. Gelê me yê Sûriyê ji bo azadiya xwe di nava serhildanê de ye. Em meşa gelê xwe ya azadiyê silav dikin. Tirkiye li ber duriyanê ye. An dê rêya aştî û demokrasiyê hilbijêre. An dê rêya şer hilbijêre û di dîrokê de winda bibe. Niha kesên pêşeroja Tirkiyê naxwazin dixwazin Tirkiyeyê bişînin nava şer. Kesên hişmendî û feraseta aştî û demokrasiyê neparêzin nikarin di nava dîrokê de cih bigirin. Dîrok dê wan tu carî efo nekin. Kesên bi aştiya kurdan re bi ser nekevin, dê Tirkiye ber bi aştiyê nebin.
'DEMA AŞTÎ Û AZADIYÊ HATIYE'
Kişanak anî ziman ku, êdî ew dixwazin gava aştî û azadiyê bavêjin û amade ne. Kişanak da zanîn ku kesên di 3 salên dawî de siyasetmedar, mafên mirovan, parêzer, xwendekar, jin, sendîkavan û hemû kesên li ser navê Kurdî, demokrasî û mafên mirovan de gav avêtin tev xistin girtîgehan û kilît li deriyê demokrasiyê xistin. Kişanak destnîşan kir ku, li dadgehan mafê parastina kurdî qedexe kirin û kilît li zimanê kurdî xistin, lê siyasetmedarên Kurd bi helwesta xwe feraseta qedexe pûç kir. Kişanak anî ziman ku, hevalên wan dest ji azadiya xwe berdan, lê dest ji azadiya zimanê xwe bernedan."
'BERXWEDANA GIRTIYAN JI BO AŞTÎ Û ÇARESERIYÊ YE'
Kişanak bal kişand ser berxwedana girtiyan û wiha got: "33 rojin zêdeyî 300 girtiyên siyasî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan di nava berxwedanê de ne. Em têkoşîna wan silav dikin. Em bang li her kesî dikin ku li hemberî berxwedana wan bêdeng nemînin. Em dixwazin her kes deng bide dengê wan çalakiya wan tenê nehêle. Kemal û Mazlûman bedena xwe ji bo jiyana mirovahiyê dan ber mirinê. Ji bo polîtikayên înkar û îmhayê bedena xwe dan ber birinê û li ber xwe dan. Ev berxwedan ji bo hemû mirovahiyê û gelê Tirkiyeyê destpê kiriye. Ji bo êdî li Tirkiyeyê rê li pêşiya mirinê bê girtin û çareseriya demokratîk pêk bê berpirsyariya hemû gelê Tirkiyeyê ye. Em bang li her kesî dikin ku li dijî faşîzmê berxwedanê bilind bikin û li berxwedana hevalên girtî xwedi derkevin. Daxwaza girtiyên zindana ji bo azadî, tenduristî û ewlehiya Birêz Ocalane. Tam 13 salin Birêz Ocalan di yek hucreyê de di bin tecrîda giran detê girtin."
'AZADIYA OCALAN JI BO GELÊ TIRKIYEYÊ ŞANSE'
Kiyanak da zanîn ku, pêşeroja demokratîk û aştî bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û xwest rol û mîsyona Ocalan bê dîtin. Kişanak bilêv kir ku, rayedarên hikûmetê dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî estûrmantalê bikar bînin û wiha got: "Ev helwesta hikûmetê rê li pêşiya çareseriyê venake. Divê rolê Birêz Ocalan baş bê famkirin û dîtin. Divê her kes zanibe ku heta Birêz Ocalan azad nebe pirsgirêk çareser nabe. Birêz Ocalan di nava gelê Kurd de xwedî cihekî pir taybete.
Gelê kurd Birêz Ocalan wekî rêber dibîne. PKK dîsa Birêz Ocalan wekî rêber dibîne. Her tim bi dehan caran raste rast gotiye ew dê her tim rêya wî bişopînin. Birêz Ocalan mîmarê Xweseriya Demokratîk ya Kurdistanê ye. Nûnerê jiyana hevpare. Nûnerê Komara Demokratîke. Dixwaze neteweyek demokratîk pêş bikeve û gelê Kurd jî wekî netew bê dîtin û ji bo jiyana hevpar divê berî her tiştî hemû mafê gelê Kurd bê qebûl kirin. Divê welatê hevpar li ser bingeha wekhevî û azadiya mafan pêş bikeve.” Her wiha Kişanakê got: “Ocalan realîteya herî mezin ya Kurdistanê ye.”
'DIVÊ RASTIYA KURDISTANÊ Û KURDAN BÊ QEBÛL KIRIN'
Kişanak da zanîn ku, heta feraseta ku rastiya Kurd û Kurdistanê qebûl neke nikare pirsgirêkan çareser bike û wiha bang li hikûmetê kir: "Divê beriya ku kuştin zêde bibe mafê gelê Kurd bê qebûl kirin. Rol û mîsyona Birêz Ocalan bê ditin û qebûlkirin. Divê bi lezgîn diyalog û muzakere bên qebûl kirin. Divê em PKK'ê û Birêz Ocalan muhatab bigirin û bi rêya axaftinê çareser bikin. Rexneya ku BDP rolê xwe nalîze li me dike. Lê em dibêjim em dikarin bibin navberkarê çareseriyê. Me xal bi xal pêşniyarên çaresekiyê pêşkêşî cemaweriyê kir. Lê ev pêşniyarên me li ber çavan nehatin girtin. Me daxwazên jiyana hevpar û azadiya gelê Kurd yek yek pêşkêş kir. Lê li hemberî van pêşniyarên me yên çareseriyê bi operasyonên siyasî û leşkerî, bi girtinan û kuştinê bersivadin.
Em bang li her kesî dikin ku kesên projeya wan ya aştî, çareserî, demokrasî edaletê hebin bila werin em biaxivin. Lê kesên ku projeya wan tune be dê berxwedana gel li hemberî xwe bibînin. Rol û mîsyona BDP'ê pir aşkere ye. Li dijî hişmendiya yek ziman, yek bawerî û yek renge. Rola BDP'ê rêxistinbûna gel, rêxistinbûna berxwedan û serhildanê ye. Heta niha peywira ku gel dabû ser milê me, me hewl da ku bi cih bînin. Ger ku peywir û barê ku gelê me daye ser milê me, me pêk neaniye em rexnedayina xwe didin gelê xwe. Rexnedana me dê pratîka me be. Em dibêjin bêtir rêxistin bêtir azadî."
JI GELÊ KURD Û TIRK RE BANG
Kişanak daxuyand ku, herî zêde di serdema hikumeta AKP'ê de neheqî û zilm li gelê Kurd hate kirin û wiha berdewam kir: "Nûnerên gelê Kurd li pey hev hatin rêzkirin û zincîr kirin. Nûnerên gelê Kurd weki dîl hatin girtin. Rêberê Gelê Kurd 18 mehan di yek hucreyê de hate girtin û têkiliya wî bi tevahî ji gel hate qutkirin. Mafê zimanê zikmakî hat redkirin. Li Roboskiyê 34 Kurd bi balefirên şer hatin perçekirin. Roja din spasiyên xwe ji kujeran re anîn ziman. Di salên dawî de herî zêde Kurd biçûk kirin û neheqî li kurdan kirin. Em bang li gelê xwe yên di nava AKP'ê dikin û dibêjin Serokwezîrê ku herî zêde neheqî li gelê me kir û nûneran rehîn digire hûn çawa qebûl dikin. Em gelê Kurd yê berxwedêr silav dikin. Em siyasetmedarên ku li zindanan di ber xwe dan silav dikin.
Dem dem yekitî û tifaqiyê ye. Divê êdî gelê Kurd li dijî zilm, kuştin û înkarê yekîtiya xwe xurt bikin. Li Agirî, Qamişlo, Helepçe, Mahabatê, Dêrsimê Koçkirî komkujî kirin. Lê di sedsala 21'an de dê berxwedana gelê Kurd li pêşiya xwe bibînin. Lê êdî dîrok niha tê nivîsandin. Em dê ji kirin û nekirinê xwe berpirsyar bin. Em bang li gelê Kurd dikin ku, ji bo yekîtiya neteweyî berxwe bidin. Em dibêjin roj roja keştiya ku perê xwe jibo azadiyê vekiriye ber bi azadiyê ve kaş bikin. Em bang li gelê Kurd dikin ku, li dijî polîtîkayên tunekirin û perçekirinê û bêrûmetiyê tekoşîna azadî û berxwedanê pêş bixin. Em bang li hemû gelê Tirkiyeyê dikin ku li dijî faşîzmê bibin yek. Ji ber ku azadiya gelê Kurd azadiya hemû Tirkiyeyê ye. Azadiya hemû nasname, çand û rengên ku hatine înkarkirin azadiya hemû Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê divê hemû gelê Tirkiyeyê ji bo parastina mafê xwe, mafê rêxistinê, mafê wekheviyê li diji faşîzmê têbikoşin û di ber xwe dibin. "
JI ELEWIYAN RE BANGA YEKETIYÊ
Kişanak bang li gelê Elewî jî kir û wiha pêde çû: "Werin em bi hev re hişmendiya yek yekî bişkînin. Em bang li hemûwelatiyên xwe yên Elewî dikin û dibêjin wekin em bibin yek û bi hev re vê hişmendiyê têk bibin. Em bang li hemû jinan dikin û dibêjin jin di şer de herî zêde zerarê dibînin û mexdûr dibin. Em jin li dijî polîtîkaşên yer bibin yek. Dest bidin dest, mil bidin mil û di ber xwe bidin. Ger ku em li dijî vî şerê ku Tirkiye ber bi xwe de dikişîne em jin dê fatora vê yekê bidin. Xizanî êş, betalî dê destpê bike."
'EM MIRINÊ NAXWAZIN'
Kişanak bal kişand ser têkoşîna azadiyê û wiha lê zêde kir:" Azadiya jinê Azadiya Civakê ye. Heta ku jin azad nebe civak azad nabe. Heta ku jin negêjin mafê xwe civak jî nagêjin mafê xwe. Ger ku em ji bîrdoziya rizgariya jinê û ji çareseriya jinan dikin werin em bibin yek. Em zimanê êrîşkar yên li dijî zimanên BDP'ê şermezar dikin. Her tim jinên Kurd û BDP'î pêşengiya têkoşînê kir. Dê ji niha û şûn ve jî pêşengiya têkoşîna azadiyê bike. Têkoşîna Rizgariya Jinê dê pêşengiyê ji hemû jinên Tirkiye û cîhanê re bike."
ME DEMOKRASÎ JI XWE RE KIR RÊBER
Kişanak da zanîn ku, li ser vê axa ku hemû reng û nasname dijîn ji bo têkoşîna xwe demokrasî kirin rêber. Her sal milyar û nîvek ton zexîre diçe çopê. Ev rê li pêşiya xizaniyê vedikin. Em pirsgirêka xizanî û betaliyê li ser esasê wijdan dibînin. Lê li Tirkiyeyê ne wisa ye. Mafê keda kedkaran tê binpêkirin. Mafê stargeha xizanan tê binpêkirin.
Kişanak bal kişand ser 9 karkerên madenê yên li navçeya Avşînê û got hêj 9 cesedê wan nehatine dîtin.
Kişanak anî ziman ku, pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Kurd e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pirsgrêka hemû gelê Tirkiyeyê. Pirsgrêka lêgerîna azadiya Rojhilata navîne. Em dêkoşîna gelê Kurd wekî Keştiya Nûh dibînin. Em dibêjin cihê hemû kesên mafê wan tê binpêkirin û li azadiyê digerin heye. Em dibêjin werin tevlî vê keştiyê siwar bibin û ber bi azadiyê ve bibin. Ev kevneşopiya siyasî destana berxwedana gelê Kurde. Meşa azadiyê ya mezine. Keda hezaran kurdên ku di vê rêçê de jiyana xwe ji dest dane. Em soz didin gelê xwe em dê heta dawî de di xizmetê de bin. Em dê heta goristanê bi were bin. Tu rêhevalê we dê qet pişta xwe nede we. Em dê heta meşa xwe ya azadiyê bigînin serkeftinê berxwedana xwe berdewam bikin. An azadî an azadî".