Di salvegera 23. a bomberkirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê de ku 3'ê Kanûna 1994'an hat bombekirin, kedkarê çapemeniya Kurd Ersîn Yildiz hat bîranîn. Merasîma bîranînê li ber avahiya berê ya rojnameyê ya li Fatîh Kadirgayê pêk hat û Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû, Dayikên Aştiyê û kedkarên çapemeniya azad tevlî bûn.
Di merasîma bîranînê de wêneyên Ersîn Yildiz û sembola çapemeniya azad Mûsa Anter (Apê Mûsa) hatin hildan. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên çapemeniya azad dest pê kir.
Piştre rojnamevan-nivîskar Huseyîn Akyol ku şahidê wê demê ye û Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû axivîn. Qisekeran destnîşan kirin ku ev bûyer sûcekî li dijî civakê ye.
Piştî axaftinan, xebatkara rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Reyhan Hacioglû daxuyanî da.
Hacioglû bi bîr xist ku beriya niha bi 23 salan rojnameya Ozgur Ulkeyê hate bombekirin û got, "Di vê hewldana komkujiyê de 23 hevalên me birîndar bûn û hevalê me Ersîn Yildiz şehîd bû. Lê belê heta roja îro ne kiryar hatin dîtin, ne jî pêvajoyeke darizandinê ya ji bo ronîkirina rastiyan hat destpêkirin. Halbûkî cîhan tev zane ku bêdengkirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê biryara MGK'ê bû. Belgeya bi mohra 'veşartî' ya Serokwezîra wê demê Tansû Çîller, du hefte piştî bombekirinê ji aliyê Ozgur Ulke ve hate weşandin."
Hacioglû da xuyakirin ku mekanîzmaya darizandinê ev yek ji nedîtî ve hatiye û got, "Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiye mehkûm kir jî, mîna îro zexta dewletê ya li ser çapemeniya azad bi reng û rêbazên cuda dewam kir."
Hacioglû bi bîr xist ku AKP'ê hewldana darbeyê ji bo xwe weke 'xêra xwedê' dîtiye û bi ragihandina Rewşa Awarte re ev hewldana ji xwe re kiriye xenîmet. Hacioglû got, "Ne tenê Kurdên li welêt, hemû Kurdên li ser rûyê erdê ji xwe re dike dijmin û bi vî rengî tifaqê çêdike, dîplomasiyê dimeşîne û operasyonê li derveyî sînor dike."
Hacioglû got, di şexsê Ersîn Yildiz de ew bi dehan hevalên xwe yên di oxira kevneşopiya esîl de şehîd bûne bi minetdarî bi bîr tînin û destnîşan kir ku wê timî bi nirxên têkoşîn û jiyana wan re dilsoz bin û soza xwe dubare kir ku wê şopdarên xeta azadiyê ya çapemeniya azad bin ku ji rastiyê tawîzê nade.