Kirêtiya herî mezin dijwariya li dij jinê ye - Cemîl Bayik

Kirêtiya herî mezin dijwariya li dij jinê ye - Cemîl Bayik

Roja têkoşîna li dijî dijwariya li hemberî jinê li her derê bi protesto û çalakiyan tê pêşwazîkirin. Dijwariya li dij jinê tînin rojevê. Jin, mêr hemû civak tê serwextkirin. Jinên Kurd di vê mijarê de pêşengiyê dikin. Di serî de jî civaka Kurd, fêr dibe ku dijwariya li dij jinê helwesteke xirab û dermirovahî ye. Di dîroka mirovahiyê de di destpêkê de jin li pêştir û rêzdartir e. Di civakîbûn û derketina destpêka jiyana mirovahiyê de rola jinan sereke ye. Dayik a jin di civakê de otorîteya herî rêzdar e.  Bêguman ev rêzdarbûn xwe nasipêre serdestî, zext û mêtîngeriyê. Eger di roja me de dayik di rewşeke ku mirov bi rêzdarî nêz dibin de be, di dîrokê de ev yek ji bo tevahiya civakê derbasdar bû. Jin a ku di dîrokê de di asteke bilind de bû paşê di jiyana civakî de rola wê hatiye bisînor kirin, vergeriyaye cinseke ku rastî dijwariyê tê. 

Piştî ku jin ji nirx û cewherê hate xistin timî rastî dijwariyê hat. Serdestî û desthilatdarî bi serdestî û dijwariya li hemberî jinê destpê kir û wergeriya sazîbûnê. Çanda destpêkê ya serdestî û desthilatdariyê ji têkiliya bi jinê re destpê dike. Mêr li hember jinê bû desthilatdar û împaratorê biçûk. Her cure tasarûf li hember jinê bikar anî. Bi vî aliyê xwe dîroka jinê, dîroka dîtina zext, zilm û dijwariyê ye. Mêtîngeriya yekemîn civak e. Ev mêtîngerî hêna jî ji asta civakê derneketiyê. Sîstema zextê û koledariya herî demdirêj û kurr li hemberî jinê hate sazkirin. Ji ber vê yekê jî heta li dij zext, dijwarî û mêtîngeriya li dijî jinê neyê derketin, wateya derketina li dij mêtîngerî, zext û dijwariyeke din tine ye. Mirovê xwedî pîvan, bi wijdan, demokratîk û azadîxwaz divê beriya her tiştî li dij dijwariya li hember jinê derkeve. Rêya bûyîna demokrat, azadîxwaz û sosyalîstekî xwedî pîvan di vê yekê re derbas dibe. Heta li dij dijwariya li hemberî jinê pêk tê neyê derketin mirov nikare bibe welatparêzekî xwedî prensîb û pîvan jî. 

Dijwarjya li hember jinê beriya her tiştî rewşeke bê exlaq e. Her kesê ku dijwariyê li dij jinê pêk bîne kirêt e. Bikaranîna dijwariya li hember jinê, pêkanîna dijwariyê ya li dij dayikê ye. Dijwariya li dij dayikê çawa ji aliyê civakê ve tê şermezarkirin, divê dijwariya li dij jinê jî bi heman rengî rastî nerazîbûn û şermezariyê were. Mirovê ku dijwariyê li dij jinê pêk bîne rêzdariya wî ji dayika wî û ji civakê re jî tine ye. Dirustî, pakî û bûyina xwedî exlaq bi rêzgirtina ji jinê re destpê dike. Yên li dij jinê dijwariyê bikar tîne nikare dirustî, pakî û bûyina xwedî exlaq bimîne. Dibe ku yên dijwariyê li dij jinê bikar tînin ne di zanistiya vê yekê de bin, divê were zanîn ku dijwariya li dij jinê mirov tîne rewşeke wisa û divê tovbe bikin. 

Rêberê Gelê Kurd ji bo wateya azadiya jinê bide fêmkirin dibêje, “Ji azadiya neteweyî û çînî binirxtir e“. Ev rastî jî nîşan dide ka ji bo dijwariyê destê li dij jinê radibe çiqasî li dijî demokrasî û azadiyê ye. Ji ber vê yekê jî di serî de Kurd, divê hemû civakên din nirxekî mezin bidin jinê û li dij dijwariya li hember jinê derkevin. Mêr û civaka ku li dij dijwariya li hemberî jinê derdikeve binirx in. Civaka herî bedew û xwedî nirx; civaka ku dijwariya li hember jinê lê tine ye.  Lewra divê civaka Kurd jî bi vî aliyê xwe nîşan bide ku civakeke bedew û xwedî nirx e. 

Di roja me de ji ber pêşketina di mijara azadbûna jinê de civaka Kurd li cîhanê ji her demê bêhtir tê nasîn. Mîna civaka herî bedew û xwedî nirx, li cîhanê bi tiliyan nîşanî hev didin. Hemû cîhan qala jina Kurd dike. Dilsoziya jina Kurd a ji bo azadî û demokrasiyê tê axaftin.  Civakeke bi vî rengî dikare destê xwe li jinê hilde? Bê guman na. Divê civaka Kurd bi şêwazekî herî bihêz nîşan bide ku li dij dijwariyê ye, di vê mijarê de ji cîhanê re bibe mînak.

Ne tenê civaka Kurd, divê hemû gelên Rojhilata Navîn di mijara jinê de ji cîhanê re bibin mînak.  Çanda yakemîn a mirovahiyê, civakbûna yekemîn li Rojhilata Navîn hate afirandin. Civakîbûn û çanda miravahiyê ji vir li tevahiya cîhanê belav bû. Eger afirînera bingehîn, parazvan û pêşvexista civakbûn û çanda miravahiyê jin be wê demê îro divê jin bigihije hêz û bandora xwa ya rastî. Ev ax di mijara nirxdayina jinê de mîna doh divê îro jî pêşengiyê bikin. Bi çanda kurr gelên Rojhilata Navîn sekneke wisa birûmet heq dikin.  

Rojhilata Navîn di roja me de bi helwestên neyînî yên li dij jinê tên naskirin. Ev ne rast e.  Ji bo werw nîşandan ku ev yek ne rast e divê gelên Rojhilata Navîn vê yekê nîşan bidin û dijwariya li hemberî jinê lanet bikin. Ji nû ve avabûna li Rojhilata Navîn a li ser bingeh û dîroka jinê wê vê pêşhukmiya heyî serobino bike. Jina Kurd di vê mijarê de gavên mezin avêtine. Di roja me de cîhan li sekna jina Kurd a azadîxwaz û demokratîk bi heyraniyeke mezin temaşe dike. Sekna jina Kurd ne tenê sekna civaka Kurd e, jina Kurd jina Rojhilata Navîn temsil dike û diparêze. Divê were qêrîn ku rastiya jina Rojhilata Navîn wisa ye.  Jina Kurd bi destpêkirina ji Kurdistanê û azadkirina hemû jinên Rojhilata Navîn de wê hemû jinên cîhanê û li ser heman bingehî hemû mirovahiyê azad bike. 

Di roj û hefteya têkoşîna dijwariya li hember jinê de ne tenê jinên Kurd, divê di serî de mêr li dij dijwariya li hember jinê derkevin. Derketina li dij dijwariya li hember jinê di serî de têkoşîna mêran a rizgarkirina rûmeta xwe ye. Heta jin azad nebe civak bi xwe jî azad nabe. Civaka ku jinê ji dijwarî û zextê rizgar neke, ew jî ji zext, mêtîngerî û zilmê rizgar nabe. Em bang li tevahiya mêran dikin ku li dij dijwarî û zexta li dij jinê derkevin û dawî li dijwarî, zext û mêtîngeriya li ser xwe û civaka xwe bînin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka, Azadiya Welat