Kiliç: Di gera me ya Tirkiyeyê de kampanyaya Kurdan nehat rojevê

Kiliç: Di gera me ya Tirkiyeyê de kampanyaya Kurdan nehat rojevê

Nûçeya pêr ANF’ê bi sernûçeya “Komîsyona Daxwaznameyan beriya rûniştina 'Kurd' çûye Tirkiyeyê” weşand, rê li ber gotûbêjan vekir. Endamê Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal a Almanyayê û parlementerê Partiya Keskan Mehmet Kiliç ku di serdana Tirkiyeyê de cih girt, bernameya xwe ya serdanên Tirkiyeyê ji ANF’ê re şand û got; “Di serdanên me yên Tirkiyeyê de bi tu awayî kampanyaya Kurdan a Bila Nasnameya Kurdna bê Nasîn nehat rojevê.”

Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal a Almanyayê roj 15’ê cotmehê ji bo kampanyaya “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” ku ji aliyê YEK-KOM’ê (Yekitîya Komalên Kurd li Almanyayê) ve hate organîzekirin û ji aliyê 250 saziyan ve hate destekkirin, civiya û guhdarî 12 daxwazên Kurdan kir. Meclîsa Federal a Almanyayê dê ji bo daxwazên Kurdan ên ku ji aliyê Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê ve tên destekkirin,rûniştinek nepenî li dar bixe.

Aşkere bibû ku endamên Komîsyona Daxwaznameyan ên Meclîsa Federal beriya rûniştina ji bo daxwazên Kurdan di 8-12’ê cotmehê de çûbûn Tirkiyeyê û li Enqere û Stenbolê hin hevdîtin pêk anîbûn..

Heyeta bi serokatiya alîkarê seroka Komîsyona Daxwaznameyê siyasetmedarê Yekitiya Xiristiyan û Demokrat (CDU) Gero Storjohann ji van kesan pêk dihat: Stefanie Vogelsang (CDU/CSU), Steffen-Claudio Lemme (SPD), Manfred Todtenhausen (FDP), Sabine Stüber (Partiya Çepgir) û Memet Kiliç (Keskan). Parlementerê Partiya Keskan Mehmet Kiliç bernameya serdanê ya li Tirkiyeyê ji ANF’ê re şand.

'KAMPANYA QET NEHATIYE ROJEVA ME'

Endamê Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal a Almanyayê û parlementerê Partiya Keskan Mehmet Kiliç ku di serdana Tirkiyeyê de cih girt, bernameya xwe ya serdanên Tirkiyeyê ji ANF’ê re şand û got; “Di serdanên me yên Tirkiyeyê de bi tu awayî kampanyaya Kurdan a Bila Nasnameya Kurdna bê Nasîn nehat rojevê.”

Di bernameyê de tê diyarkirin ku ji bo “Demdirêjiya girtinên li Tirkiyeyê” roja 9’ê cotmehê bi Wezîrê Dadê yê Tirk Sadulllah Ergîn re hevdîtin pêk anîne. Hate diyarkirin ku mijarên wek “rewşa penaberên ji Sûriyeyê, afîşên Tirk û misilmanan ên li Almanyayê, hevdîtinek bi endamên komîsyona mafê jinan re hatiye pêanîn. Di bernameyê de tê destnîşankirin ku endamên komîsyonê li ser mijarên kêmarên olî bi Parlementerê CHP’ê Huseyîn Aygun û Parlementerê BDP’ê Erol Dora re hevdîtin pêk anîne. Her wiha hate diyarkirin ku wana di 11’ê cotmehê de serdana rojnameya Agosê kirine û ji endamên komîsyonê Mehmet Kiliç û Steffen Cladio Lemme (Parlementerê SPDê) çûne serdana Mustafa Balbay.