Li girava Zakîntos ya rojavayê Yewnanîstanê keştiyekî kargo ya Tirkan nûqî avê bû. Rayedaran ragihand ku, 6 kes rizgar kirine û xwe gihandine termekê jî. Her wiha rizgarkirina 3 kesên din jî didome. Hat ragihandin ku, hemû personelên di keştiyê de tirkin.