Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ku bi miwekîlê xwe re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dozgeriyê dîsa bi hinceta keştî xirabe ye serlêdana parêzeran red kir.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Huseyîn Bogatekîn û Rezan Sarica ji bo ku bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dozgerê komarê bi hinceta "keştî tê temîrkirin" serlêdna parêzeran red kir.
Parêzer herî dawî di 27'ê tîrmeha 2011'an de (296 roj) berê çûbûn Îmraliyê û ji wê demê heta niha hevditin pêk neanîne. Serlêdana parêzeran her tim bi hincetên "kêştî xerabeya" û "rewşa hewayî" tê redkirin û hevdîtin tên astengkirin. Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê di hefteyên dawî de bi hinceta "kêştî tê temîrkirin" serlêdana parêzeran red dike.