Keştiya diçe Îmraliyê dîsa xerabe ye

Keştiya diçe Îmraliyê dîsa xerabe ye

Parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtina hefteyî pêk bînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê dîsa dozgeriyê bi hinceta "keştî xerabe ye" destûr nedan parêzer nada biçin Îmraliyê.

Pêkanînên tecrida li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 447 roj in didome. Ji parezêrên Ocalan Mazlum Dînç, Rêzan Sarica û Huseyîn Bogatekin ji bo bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane pêk bînê serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê da. Lê dîsa dozgeriyê bi hinceta "keştî xerabe ye" destûr nedan parêzer biçin Îmraliyê.

Serledanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27 Tîrmehê 2011'an heta niha bi hincetên "keştî xerabe ye", "muxalefeta hewayê" û "evraqên keştiyê kemin" tên ret kirin. Parêzer 447 rojin nikarin biçin Îmraliyê.