Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku bi miwekîlê xwe re hevdîtina hefteyî ya asayî pek binin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan lê bi hinceta "Kêştî hêj nehatiye çêkirin" hevdîtina dîsa hate astengkirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dinç, Huseyin Bogatekin û Rezan Sarıca, ji bo ku bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê Rêveberiya Girtîgehan Îmraliyê bi hinceta "Kêştî di tamîrê de ye" hevdîtin asteng kir.
Parêzer herî dawî di 27'ê tîrmeha 2011'an de (301 roj) berê çûbûn Îmrahiyê û ji wê demê heta niha hevditin pêk neanîne. Serlêdana parêzeran her tim bi hincetên "kêştî xerabeya" û "rewşa hewayî" tê redkirin û hevdîtin tên astengkirin. Di demên dawî de hinceta "Kêştî di temîrê de ye" lê hate zêdekirin.