Keştiyeke din a koçber tê de bûn binav bû: 1 jê pitika 6 mehî 11 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Dîdîmê, ji ber binavbûna keştiyeke koçber tê de bûn, yek jê pitika 6 mehî 11 kesan jiyana xwe ji dest dan

Keştiyek tê de koçber bûn, ji bo bi rêyên qaçax xwe bigihîne giravên Yewnan, ji herêma Tekagaç a navçeya Aydin Dîdîmê bi rê ket, lê piştî demekê binav bû. Masîgirên ku dîtin keştî binav bûye, agahî dan Ekîbên Ewlekariya Peravê.

Ekîban yek jê pitika 6 mehî cenazeyên 11 kesan ji nava avê derxistin û 26 kes rizgar kirin. Hat ragihandin ku 13 koçber jî hînê winda ne.

Ji kesên hatin rizgarkirin, 6 zarok piştî tedawiya destpêkê rakirin nexweşxaneyên li Aydin û Sokeyê.