Keskiyan nexwestin alîkariya çekan ji Kurdan re bê dayîn

Keskiyan nexwestin alîkariya çekan ji Kurdan re bê dayîn

Partiya Keskan a Elman (Grunen) ku di mijara alîkariya çekan a ji bo Başûrê Kurdistanê de bi helwesta xwe ya tevlîhev derdikeve pêş, di kongreya xwe de helwestek dijberiya alîkariya çekan nîşan da.

Di kongreya Keskiyan a li bajarê Hambûrgê de, helwesta Hevserok Cem Ozdemîr û hin parlamenterên ku bi erênî nêzî alîkariya çekan a ji bo Kurdan dibin, nehat erêkirin. Di encama nîqaşên berfireh de, helwesta dijberiya alîkariya çekan a rêveberiya partiyê, ku Ozdemîr ne di nav de, hat erêkirin. Di kongreyê de nêrîna 'Alîkariya çekan a ji bo Kurdan dikare bikeve destê destên şaş" hat pejirandin.

Hevserokê Tirkiyeyî Cem Ozdemîr ê destekê dide alîkariya çekan gotibû, "Ji bo Kurd karibin xwe pê biparêzin, divê em mercên pêwîst biafirînin."

Di kongreya Keskiyan a roja Şemiyê de li ser polîtîkayên Elmanya yên der heqê penaber, çandinî û avhewayê de nîqaş hatibûn meşandin.