Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hiqûqnas Eren Keskîn şerê navbera Hamas û Îsraîlê nirxand, ku 7'ê Cotmehê bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê destpê kir.
Keskîn diyar kir ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Fîlîstînê binpêkirina peymanên navneteweyî ye û sûcê li dijî mirovahiyê ye.
Eren Keskîn di destpêkê de bi bîr xist ku hiqûqa navneteweyî li cîhanê 'hiqûqek' e ku ji aliyê dewletên serwer ve hatiye amadekirin û destnîşan kir ku di vir de durûtiyek heye.
Keskîn got, "Hem hiqûqê amade dikin, hem jî bi xwe binpê dikin" û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê kes nîne ku li ber rabe, ji ber ku hemû jî binpê dikin. Gelo rexneya Emerîka, Ewropa, Tirkiye ya li ser Îsraîlê rexneyeke çiqasî rasteqîn e? Ma Emerîka li gorî peymanên şer ên navneteweyî tevdigere? Mîna wan, Îsraîl jî li gorî wan peymanan tevnagere. Lewma peymanên navneteweyî mixabin bûye mîna amûrekê ku sûcên dewletan binixumîne. Di hiqûqa nivîskî de gelek pîvanên bedew hene, mînak Peymana Şer a Cenevreyê ya Navneteweyî. Tê de dibêje, nabe ku ti carî êrîş li ser nexweşxaneyan bê kirin. Gelo kîjan dewletê êrîş nebiriye ser nexweşxaneyan? Di nava şer de dewletan hemûyan êrişî nexweşxaneyan kirine. Lewma ne rast e ku ev nîqaş tenê di ser Îsraîlê re bê kirin. Îro Îsraîl êrişî nexweşxane û cih û warên sivîlan dike, gelo Tirkiye li Kobanê û Rojava li gorî Peymana Cenevreyê tevdigere? Gelo Emerîka li Iraq û Efganistanê li gorî van pîvanan tevgeriya? Ti ji wan li gorî vê peymanê tevnegeriyan û hemûyan binpê kirin. Lewma bawerî bi helwesta dewletan nayê."
'HIQÛQA NAVNETEWEYÎ HIQÛQA SERWERAN E'
Keskîn ragihand ku hiqûqa navneteweyî hiqûqeke ku ji aliyê serweran ve hatiye afirandin û anî ziman ku hêza esasî ya ku bû sedem ev peyman bêne amadekirin, têkoşîna mafên mirovan bû. Keskîn destnîşan kir ku bi saya têkoşîna parêzvanên maf û şoreşgeran, dewlet neçar man ku peymanan amade bikin, lê belê van peymanan binpê dikin.
Keskîn bi bîr xist ku wezîfeya Neteweyên Yekbûyî pêşîgirtina li şer û gefa şer a li cîhanê ye û wiha dewam kir, "Lê belê Neteweyên Yekbûyî di heman demê de tê wateya Emerîkayê. Lewma Emerîka li ser Neteweyên Yekbûyî xwedî serweriyeke mezin e. Û di şerê de ku Emerîka dipejirîne de, weke mînak di meseleya Îsraîl-Fîlîstînê de Neteweyên Yekbûyî wezîfeya xwe nake, yan jî nikare bike. Mînak, rojên dawî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji ber vetoya Emerîkayê pêşnûmeya agirbestê ya ji bo Xezeyê hate astengkirin."
'HER DEWLET JI BO SÎSTEMA XWE YA MÎLÎTARÎST DEWAM BIKE, PÊWÎSTIYÊ BI DIJMINEKÎ DIBÎNE'
Eren Keskîn diyar kir ku her dewlet ji bo netewe dewletiya xwe biparêze, ji bo karibe sîstema xwe ya mîlîtarîst dewam bike pêwîstiya xwe bi nijadperestî, neteweperestî û dijminekî heye. Keskîn bi bîr xist ku li cografyayeke ku bi hêsanî aştî dikare pêk were bi salan e şer dewam dike û got, "Dijminek heye û li ser wî dijminî bi neteweperestî û nijadperestiyê civak tê birêxistinkirin û bi hêsanî tê birêvebirin. Li hemû cografyayan tiştên dişibin hev diqewimin."
'HER KURDEKÎ MUXALÎF WEKE DIJMIN DIBÎNE'
Hevseroka ÎHD'ê destnîşan kir ku dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê ya ku rexneyan li Îsraîlê dike, di mijara Kurd de pratîka xwe ji ya Îsraîlê hîn xerabtir e û got, "Dewleta Komara Tirkiyeyê êrîşî Kurdên sivîl dike. Partiyên siyasî yên sivîl têne girtin. Siyasetmedarên sivîl hatine girtin. Yanî li Tirkiyeyê cudahiyeke bi vî rengî heye. Biçek an jî bêçek her Kurdekî muxalîf weke dijmin tê dîtin."
Keskîn ragihand ku rewşa Kurdên li Tirkiyeyê gelekî xerab e û got, "Lewma dema ku ev nîqaş tê kirin, divê Tirkiye teqez bê rexnekirin. Yanî her kes rûniştiye di ser Fîlîstînê re rexneyê li Îsraîlê dike. Belê dewleta Îsraîlê polîtîkayên gelekî metirsîdar dimeşîne, lê belê di nava 30 salên têkoşîna mafên mirovan de me jinên hatin kuştin, jinên bi erdê re hatin kaşkirin dîtin. Li pêş çavên me gund hatin şewitandin, mirovên extiyar hatin kuştin."
'LI ÎSRAÎLÊ TEVGEREKE MEZIN A AŞTIYÊ JÎ HEYE'
Eren Keskîn destnîşan kir ku di vir de yekane mekanîzmaya pêşîgirtinê xurtkirina tevgerên aştiyê ye û got, "Tevî ku saziyên çapemeniyê yên sîstema heyî ıya li cografyaya me nabîne, naxwaze nîşanî civakê bide jî li Îsraîlê tevgereke mezin a aştiyê jî heye. Tevgereke welê ya aştiyê ye ku ji ya li Tirkiyeyê gelekî xurtir e. Her roj mirov dadikevin qadan. Dawiya dawî vî gelî qirkirin dîtiye."
'DIVÊ PIŞTGIRÎ JI GELÊN BINDEST Û TEVGERÊN AŞTIYÊ RE BÊ DAYIN'
Eren Keskîn ragihand ku li Fîlîstînê jî hêzên aştiyane, rêxistinên şoreşger û sosyalîst hene ku ji aliyê Hamasê ve têne astengkirin û got, "Ez Hamasê weke rêxistineke tundiyê pênase dikim. Ji bo kesên ku li Tirkiyeyê piştgiriyê didin Hamasê dixwazim vê yekê bi bîr bixînim: Li Îranê di berxwedana dijî şah de sosyalîstên li wê derê (TUDEH) piştgirî dan Îslamiyan, lê belê piştî ku Îslamî bûn desthilatdar destpêkê ew sosyalîst tune kirin. Ji ber vê yekê dema ku gotinek tê bikaranîn, em neçar in ku piştgiriyê bidin tevgerên aştiyê yên li Îsraîl û Fîlîstînê, piştgiriyê bidin Yahûdiyên li vê derê. Ya girîng piştevaniya alîgirên aştiyê, parêzvanên mafên mirovan û sosyalîstan e. Divê gelên bindest û tevgerên aştiyane piştgiriyê bidin hev. Bi dîtina min mekanîzmaya kontrolkirinê ya esasî mekanîzmana kontrolê ya sivîl e. Ya rast, dewlet hemû mîna ku li Tirkiyeyê tê dîtin, rêxistinên mîlîtarîst in. Cewhera cewletan ev bi xwe ye. Lewma ji bo pêşî li şer bê girtin divê tevgerên aştiyane yên sivîl bêne xurtkirin."