Keskîn: 15 sal in li ser malbata ku hatibû qetilkirin gef hene
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku 4 roj berê ew bi malbata Dedeogûllari re axiviye û gt “Malbatê diyar kiribû ku 15 sal in li ser wan ev gef hene.”
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku 4 roj berê ew bi malbata Dedeogûllari re axiviye û gt “Malbatê diyar kiribû ku 15 sal in li ser wan ev gef hene.”
Li navçeya Meramê ya Konyayê nijadperestan ji malbata Dedeogûllari 7 kes kuştibûn. Beriya niha mehekê jî êrişî malbatê hatibû kirin, malbatê diyar kiribû ku ewlehiya wan a can tune lê tu tevdîr nehatibû stendin. Piştî qetlîamê dema ku polîs hatibûn cihê êrişê jî kesekî di nav qelebalixiyê de gotibû “Wê li vir Kurdek jî nemîne.”
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku 4 roj berê ew bi malbata Dedeogûllari re axiviye. Keskîn ji ANF’ê re axivî û got “Komîsyona Li Hemberî Nijadperestî û Cihêkariyê ya Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê berê jî bi malbata Dedeogûllari û parêzerên malbatê re axivîbû. 4 roj berê dema ez bi wan re axivîm diyar kiribûn ku ew gelekî tirsiyane û gef li wan tê xwarin. Malbatê diyar kiribû ku 15 sal in heman tişt tê serê wan û beriya qetlîamê kesên hatibûn destgîrkirin jî hatine berdan. Malbatê ji xwe berê diyar kiribû ku êrişî wan hatiye kirin. Rayedarên dewletê ji dêvila ku mirovan sûcdar bikin divê tevdîrê bistînin.”