Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatibûn destgîrkirin hatin berdan

Di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê de, 26 kes hatin destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin hatin berdan.

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan xwestin vê hefteyê jî çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin. Lê belê polîsan nehişt û ew kelemçe kirin û destgîr kirin. 26 kesên hatin destgîrkirin hatin berdan.

Navê kesên hatibûn destgîririn wiha ye: "Eren Keskîn, Hanîfe Yildiz, Oya Ersoy, Îkbal Eren, Îrfan Bîlgîn, Mîkaîl Kirbayir, Besna Tosûn, Hasan Karakoç, Alî Ocak, Newroz Alî Tosûn, Leman Yûrtsever, Nazim Dîkbaş, Cuneyt Yilmaz, Îsmaîl Yucel, Şukran Dîler, Turkan Acar, Omer Kavran, Hatice Onaran, Seyît Dogan, Begalî Kûrnaz, Davût Arslan, Huseyîn Aygül, Dogan Ozkan, Gulendam Ozdemîr, Cem Guncu ve Zehra Demîr.”