Kesekî ku têkîliya wî bi AK Ocaklar re heye, bi tiryakê hate girtin
Li Nisêbînê di cînayeta Oktay Mûngan de cezayê girtîgehê yê muebedê li kesekî hate birîn. Sûcdarê “fîrarî” ku têkîliya wî bi Ak Ocaklar re heye, bi tiryakê hate girtin.
Li Nisêbînê di cînayeta Oktay Mûngan de cezayê girtîgehê yê muebedê li kesekî hate birîn. Sûcdarê “fîrarî” ku têkîliya wî bi Ak Ocaklar re heye, bi tiryakê hate girtin.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, Midûriyeta Şaxa Narkotîkê ya Sakaryayê, roja Şemiyê li Mêrdînê TIR’ek rawestand.
TIR li ser rêya Anadolû Otoyolû ya Sapancayê hate rawestandin û hat tespîtkirin ku di TIR’ê de madeyên hişber hene.
Di dema lêgerînê de, 18 kîlo û 450 gram esrar, 710 gram kokaîn û 650 paketên cixarê hatin dîtin.
3 kesên di TIR’ê de hatin binçavkirin, 2 ji van hatin girtin.
Hat zanîn ku yek ji kesên hatine girtin, Vedat Urun e ku di doza têkîldarî cînayeta karmend Oktay Mûngan a li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de, nêzî 2 salan were “fîrarî” tê lêgerîn.
Urun hefteya bihurî, di Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Mêrdînê de hatibû darizandin û cezayê girtîgehê yê muebedê lê hatibû birîn.
Urun ku têkîliya wî bi Ak Ocaklar re heye, berê jî ji ber tiryakê ketibû rojevê.