KCK’ê êrîşa Hewlêrê şermezar kir

KCK’ê êrîşa Hewlêrê şermezar kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrîşa çeteyan li Hewlêrê şermezar kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniyê de êrîşa DAIŞ’ê ya li Hewlêrê pêk hatiye şermezar kir. KCK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Faşîstên DAIŞ’ê dijminahiya xwe ya li dijî gelê Kurd bi êrîşa nemerdane ya li Hewlêrê pêk anîne careke din nîşan dane. Di êrîşê de 5 kes şehîd ketine û 20 kes jî birîndar bûne. Em ji bo malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, gel û hikûmeta Başûrê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Ji birîndaran re jî şifayê dixwazin."

KCK’ê destnîşan kir ku divê gelê Kurd li dijî êrîşên faşîzan ên DAIŞ’ê yekîtiya neteweyî û hêzên parastina hevpar pêş bixin û wiha berdewam kir: “Ev geşedan hemû ferz dike ku Kongreya Neteweyî ya Kurd û Hêza Parastina Hevpar ava bibe. Li dijî yekîtiya neteweyî û hêza parastina hevpar ti hê nikarin bisekinin.  Em hemû şehîdên ku li Rojava û Başûr; li Hewlêr, Şengal, Mexmûr, Rebîa û Kobanê şehîd ketine bibîr tînin û bersiva herî baş a ji bo bîranîna wan pêkanîna yekîtiya neteweyî ye.”