KCDK-E ji bo meşa 27'ê Adarê ya li Brukselê banga tevlîbûnê kir
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E ji bo meşa 27'ê Adarê ya li Brukselê ku wê bi dirûşma "NATO hevparê sûcê Erdoğan ê li Efrînê ye" tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E ji bo meşa 27'ê Adarê ya li Brukselê ku wê bi dirûşma "NATO hevparê sûcê Erdoğan ê li Efrînê ye" tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Ji bo meş û mîtînga 27'ê Adarê ku wê bi dirûşma 'NATO HEVPARÊ SÛCÊ ERDOĞAN E' bê lidarxistin, divê hemû meclîs û pêkhateyên me bi ruhê seferberiyê bixebitin û Brukselê veguherînin qada serhildanê."
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, Platforma Efrînê ku ji sazî, rêxistin, komên baweriyan, kesayet, rewşenbîr, şoreşger, demokrat, saziyên jin û ciwanan ên Kurdistanî, Tirkiyeyî, Asûrî-Suryanî, Ermenî, Ewropî pêk tê, roja 27'ê Adarê wê bi dirûşma 'NATO hevparê sûcê Erdoğan ê li Efrînê ye' li Brukselê meş û mîtîngekê lidar bixe.
KCDK-E diyar kir, bi erêkirin û bêdengiya hêzên navneteweyî, dewleta Tirk a dagirker û çetyeên wê yên barbar li Kurdan komkujiyê dikin û destnîşan kir ku ji bo nerazîbûnê nîşanî NATO'yê bidin, wê 27'ê Adarê li Brukselê bin.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Bi hevkariya stratejîk a Tirk/Rûs li Efrînê komkujî tê kirin. Ev komkujî bi bêdengî û destûra hêzên navneteweyî tê kirin. Gelê Efrînê bi têkoşîna xwe ya mirovahiyê re hewl dide pêşî li qirkirinê bigire.
Dewleta Tirk a mêtinger li Efrînê hemû derfetên NATO'yê bi kar tîne û komkujiyê li gelê me yê sivîl dike. Bêdengiya NATO'yê tê wateya erêkirin û hevkariya vê komkujiyê. Roja 24'ê Adarê li gelemperiya cîhanê di meşên Efrînê de hate nîşandan ku ev polîtîkaya wan a durû teşhîr bûye û ji bo berjewendiyên xwe qirkirina gelekî erê kirine.
Ji ber vê yekê, di serî de gelê Kurd wê hemû gleên cîhanê vê hevpariya sûc li her cihî teşhîr bikin û bang li wan bikin ku dest ji vê helwesta durû berdin. Naxwe wê li pêşberî dîrokê, di wijdanê mirovahiyê de her tim weke hevparê kujeran bên bîranîn.
Ji bo meş û mîtînga 27'ê Adarê, ku ji aliyê Platforma Efrînê ve bi şiyara 'NATO HEVPARÊ SÛCÊ ERDOĞAN E' tê lidarxistin, weke KCDK-E divê em bi hemû meclîs û pêkhateyên xwe bi ruhê seferberiyê bixebitin û Brukselê bikin qada serhildanê. Em bang li gelê xwe û hemû dostên xwe dikin, bi taybetî gelê xwe û dostên xwe yên li Belçîkayê dikin ku kes neçe dibistanê û kar, wê rojê li Brukselê tevî meşa xwedîderketina li Efrînê û şermezarkirina NATO'yê bibin."