KCDK-E: Bila her kes dakeve qadan û xwedî li HDP'ê derkeve

KCDK-E'yê qetilkirina Denîz Poyraz a HDP'î şermezar kir û got, "Desthilatdariya AKP-MHP a faşîst û çete Suleyman Soylû yên ku HDP'ê timî dikin hedef, berpirsyar e." KCDK-E'yê bang li her kesî kir ku dakeve qadan û xwedî li HDP'ê derkeve.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê têkildarî qetilkirina Denîz Poyraz ji aliyê faşîstan ve, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Avahiya HDP'ê ya Bajarê Îzmîrê 24 saetan ji aliyê polîsan ve tê şopandin, kesên dikevin hundir û jê derdikevin tên qeydkirin û şopandin. Kujerekî çete Suleyman Soylû kete hundirê vê avahiyê û endama HDP'ê Denîz Poyraz qetil kir.

Vê cînayetê rûyê dewleta Tirk a faşîst, dijminatiya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li Kurdan nîşanî gelên Tirkiyeyê û Ewropa daye. Li cografya Tirkiyeyê demokrasî qet nemaye. Mirov nava rojê ji aliyê kujeran ve tên qetilkirin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst û çete Suleyman Soylû ku timî HDP'ê dikin hedef, ji vê yekê berpirsyar e.

Polîsên ku 24 saetan ji ewlekariyê berpirsyar in bi ti awayî dest li êrişkar wernedan û ev bûyera kuştinê jî bi vî rengî bi hevkarî hate kirin. Em vê kuştina namerdî ya li dijî hêzên demokrasiyê, HDP'ê û Kurdan hate kirin şermezar dikin.

'LI HER DERÊ DIVÊ ÇALAKIYÊN GIRSEYÎ BÊN LIDARXISTIN'

Êrişa li dijî HDP'ê destpêka pêvajoyeke cidî û metirsîdar e. Divêr bi hez bikevin nava liv û tevgerê, yekîtiya hêzê, Elewî, hêzên bawerî û demokrasiyê, jin û ciwanan dikin ku li her derê çalakiyên girseyî yên mezin li dar bixin. Bi taybetî roja Şemiyê li her derê çalakî divê bê lidarxistin û rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst bê teşhîrkirin.

Bi navê KCDK-E'yê em bang li gelê xwe dikin ku li her cihî vê komkujiya faşîst şermezar bike, xwedî li HDP'ê derkeve."