KCD: Ziman nasnameya neteweyekê ye
KCD: Ziman nasnameya neteweyekê ye
KCD: Ziman nasnameya neteweyekê ye
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di daxuyaniya têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî de dayî de wiha got:"Ziman nasnameya neteweyekê ye. Ger zimanê neteweyekê ji destê wê were girtin, hebûna wê jî pê re tê girtin."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Navneteweyî daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, ger zimanê neteweyekê jê bê girtin dê hebûna wê jî bê girtin û wiha hate gotin: "Ziman nasnameya neteweyekê ye. Ger zimanê neteweyekê ji destê wê were girtin, hebûna wê jî pê re tê girtin. Li ser rûyê erdê gelek netewe hene û hemû jî bi zar û zimanê xwe dijîn. Bi tevahî li cîhanê nêzî 5000 ziman hene. Hinek ziman hene ku bi milyonan kes pê diaxivin hinek ziman hene ku tenê malbatek pê diaxive. Hebûna van zimanan ji bo mirovahiyê tê wateya dewlemendiyê."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, gelê Kurd xwedî zimanekî kevnar û dewlemendin û wiha hate bilêv kirin: " Kurd weke neteweyekê xwediyê zimanekî kevn û dewlemend in. Li cîhanê di rêza axaftina kesan de kurdî di rêza 32'mînê de ye. Li gel ku nêzî pêncî milyon kes vî zimanî di axivin û dewlemende, hê jî kurd nikarin bi vî zimanî bijîn û perwerde bibin. Li Bakûrê Kurdistanê nêzî 25 milyonî kurd dijîn. Lê mixabin ku nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin û di warê fermî de vî zimanî bi kar bînin."
'ZIMANÊ KURDÎ LIGEL HEMÛ PÊŞAVTINAN PÊŞ DIKEVE'
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, hikûmeta AKP'ê ji bo zimanê tirkî pêş bikeve her sal olîmpiyatên ziman li dar dixe û ji hemû neteweyên cîhanê zarokan tîne beşdarî olîmpiyata ziman dike û bi wan sirûdana xwe ya fermî dide xwendin. Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku, li piranîna welatên cîhanê dibistanan vedikin û li wan dibistanan zimanê tirkî fêrî zarokan dike û wiha hate gotin: "Lê di heman demê de neyartiyê bi zimanê kurdî re dike, Destûra axaftina kurdî û dixwaze tune bike.
Alîkarê serokwezîrê hikumeta AKPê ji bo zimanê kurdî yê kevin û dewlemend got; 'Ev ziman ne zimanê şaristaniyê ye' Zimanê kurdî yê ku li ser vê xakê digel hemû zilm û zordariyan xwe parastiye û ji dewlemendiya xwe tiştek wenda nekiriye ji alî dewleta Tirk ve bi salane tê pişaftin digel vê yekê her roj bêtir pêşve diçe û bêtir di nav jiyana rojane de tê bikaranîn. Dewleta tirk bi polîtîkaya xwe ya asîmilasyonê bû sedema têkçûn û tunebûna gelek zimanan li ser vê xakê. Hûn ji pomakan bigirin, heya çerkezan, ji lazan bigirin heya gurciyan gelek ziman tunebûn. Lê kurdî hê jî ji pê ye û dikare bi zimanê hemû serdestên cîhanê re bimeşe. Di hemû warên zanistî, felsefî û wêjeyî de ev ziman têra xwe dike. Pêşvebirina vî zimanî di dest gelê kurd de ye. Ev gel çiqas bi vî zimanî biaxive û di nav jiyana rojane de çiqas bi kar bîne ev ziman dê ewqas pêş bikeve."
Di daxuyaniyê de bang ji kurdan hate kirin ku, di jiyana rojan de zimanê dayîkê bikarbînîn û wiha hate destnîşankirin ku, "Daxwaza me ji gelê Kurd ewe ku zimanê kurdî bikin zimanê xwe yê rojane û li sûk û kolanên Kurdistanê dengê kurdî bilind bikin. Lewre divê baş were zanîn ku, têkçûna zimanê kurdî di heman demê têkçûna neteweya kurde jî. Lewre ziman nasname û rûmeta neteweyê ye. Îsal ji bo pîrozkirina 21ê sibatê em wekî KCD piştgiriyê didin çalakiyên zimên ên saziyên Kurd û hemû gelê xwe vedixwînin beşdarbûna van çalakiyan bibin."