KCD’ê ji bo cejna Paskalyayê peyamek weşand
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya Cejna Paskalyayê ya cîhana Xirîstiyanan peyameke pîrozbahiyê weşand.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya Cejna Paskalyayê ya cîhana Xirîstiyanan peyameke pîrozbahiyê weşand.
KCD’ê di serî de ya gelê Siryan, Cejna Paskalyayê ya cîhana Xirîstiyanan pîroz kir.
Di peyama KCD’ê de ev tişt hatin diyarkirin: “Bi hezaran salan e axa Mezopotamyayê ji bo çand, bawerî, gel û olên cihê re bûye cî û war. Azadkirina axa Mezopotamyayê, bihevrejiyîna gel, bawerî û olên bi hev re di nav aştiyê de dijîn ew ê bibe mîsogeriya herî mezin.
Em di vê baweriyê de ne ku Cejna Paskalyayê ya cîhana Xirîstiyanan ew ê di navbera gel û baweriyan de biratî û yekîtiyê ava bike. Bi vê wesîleyê em Cejna Paskalyayê ya cîhana Xirîstiyanan ji dil û can pîroz dikin.”