KCD-E: Divê raya giştî ya Ewropayê qedexeya PKK’ê red bike
KCD-E: Divê raya giştî ya Ewropayê qedexeya PKK’ê red bike
KCD-E: Divê raya giştî ya Ewropayê qedexeya PKK’ê red bike
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ya Ewropayê (KCD-E), 36’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û bang li civakên navneteweyî kir ku qedexeya li ser PKK’ê ya ev 21 sal e didome red bikin.
KCD-E’ê bi wesîleya 36’emîn salvgera damezrandina PKK’ê peyamek weşand û got: “Bi hezaran şehîdên xwe, bi gerîlayên azadiyê yên 36 salan û têkoşîna gelê Kurdistanê re, hemû raya giştî ya demokratîk a cîhanê ferq kiriye ku PKK nirxeke rûmetê ye.
KCD-E’ê diyar kir ku PKK ya ku li hemû cîhanê eleqeyek mezin dîtiye bi berxwedana xwe ya destanî ya ji Qendîlê heta Mûsilê ji Kerkûkê heta Mexmûrê ji Başûr heta Rojava û Kobanê di rojeva cîhanê de rûnştiye û got: “PKK ji vir şûn ve jî wê bibe hêviya gelên bindest, azadîxwaz û mîsyona pêkanîna şoreşê bîne cih.
KCD-E’ê salvegera damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistan, Tirkiye û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û got: “ Em bang li hemû kesî dikin ku xwedî li berxwedana Kobanê derkevin. Divê raya giştî ya demokratîk a Ewropayê û gelê me qedexeya PKK’ê û krîmînalîzekirina gelê me qebûl neke. Divê em li dijî vê neheqiyê dengê xwe bikind bikin.”