Karkerên rêyên hesinî ji 5 milan ve ber bi Enqereyê ve dimeşin
Karkerên rêyên hesinî ji 5 milan ve ber bi Enqereyê ve dimeşin
Karkerên rêyên hesinî ji 5 milan ve ber bi Enqereyê ve dimeşin
Kedkarên rêyên hesinî yên endamên Sendîkaya Xebatkarên Veguhastina Hevgirtî (BTS) a girêdayî KESK’ê bi dirûşma, Em li hember taybetîkirina rêyên hesinî dimeşîn” ji 5 milan ve ber bi Enqereyê ve dimeşin. Kedkarên li Gara Haydarpaşa çalakî li dar xistin, gotin, “Em ê rê nedin AKP’ê.”
Karkerên rêyên hesinî yên li hember polîtîkaya dewletê ya taybetîkirina rêyên hesinî, ji 5 milan ve ber bi Enqereyê ve wê dimeşin. Karkerên li yek ji wan milan li Stenbolê kom bûn, li ber Gara Haydarpaşa ya hat şewitandin û ji sermayeyê ye re tê pêşkeşkirin, çalakiyek li dar xistin.
Li çalakiyê de li ser navê karkeran Sekreterê Hiqûqa Giştî ya BTS’ê Coşkun Çetînkaya daxuyanî xwend. Çetînkaya bi gotina, “Em karkerên rêyên hesinî, careke din ketin ser rêyan” dest bi axaftina xwe kir û dewam kir, “Yê ku em kirin ser rêyan, bêedaletiya AKP’ê ya ku di navê wê de edalet heye lê berevajî vê bêedaletiyan dike.”
24’Ê MIJDARÊ EM LI BER GARA HAYDARPAŞA NE
Çetînkaya herî dawî got ku wê 24’ê Mijdarê roja ku Gara Haydarpaşa hat şewitandin ji ber garê bimeşin.

