Karayilan: Yên pêvajoyê rast nexwînin wê winda bikin
Karayilan: Yên pêvajoyê rast nexwînin wê winda bikin
Karayilan: Yên pêvajoyê rast nexwînin wê winda bikin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku di serî de pêngava Şengalê û berxwedan Kobanê yên pêvajoyê rast nexwînin wê winda bikin û got, "Eger AKP careke din planên tinekirinê bike, wê pir bi temamî hilweşin." Karayilan diyar kir ku divê li dijî DAIŞ’ê hêzeke parastinê ya hevpar hebe û destnîşan kir ku divê Kurd ne pasîf bi awayekî aktîf xebatê bimeşînin.
Fermandarê efsanewî yê gerîlayan Reşîd Serdar û 'Şehîdên gel ê şoreşger’ li Herêmên Parastinê yên Medya bi merasîmek leşkerî hat bibîranîn. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan, endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Çîçek Botan û endamên Fermandariya Akademiyên Apollo Yilmaz Serhat û gelek gerîla tevlî merasîmê bûn.
BERXWEDANA REŞÎDAN WÊ LI KOBANÊ PÊŞ BIKEVE
Mûrat Karayilan di merasîmê de axivî û diyar kir ku Fermandar Reşîd Serdar mîmarê ‘şerê gel ê şoreşger e’ û got: “Ruhê berxwedana Reşîdan îro li Kobanê bilind dibe. Berxwedana îro li Kobanê pêk tê jî di rastiyê de bi ruhê Reşîd Serdanan pêk tê. Heval Reşîd fermandarê pêngava şerê gel ê şoreşger ê 2012’an bû. Em di şexsê wî de hemû şehîdên pêngava 2012’an bibîr tînin. Wan bi ruhê fedayî yê Apocî pêngava 2012’an pêşxistin û destan nivîsin. Lehengên îro di şopa Reşîd Serdar de diçin destketiyên gelê me yê Başûr û Şoreşa Rojava diparêzin û ji bo vê jî berxwedan û têkoşînê bilind dikin.“
AKP XWE JI ŞER E AMADE DIKE
Karayilan di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP’ê û wiha berdewam kir: “Ji bo bêpevçûn bikeve jiyanê divê AKP ji dest ji binpêkirina agirbestê berde. Rayedarekî hikûmetê dibêje agirbest ne tenê li çiyayan li her derê hawirek bêpevçûnê heye. Baş e wê demê li gorî vê tevbigere. Kerem bike çêkirina qereqolan bidin sekinandin, çêkirina bendav û rêyan bidin sekinandin, şîdeta polîsan bidin sekinandin. Ger îro bêpevçûna nakeve jiyanê ev bi saya siyaseta AKP’ê ye. Dema mirov li pratîkên heyî dinêrin xuyaye ku AKP xwe ji bo şer amade dike. Ev ne agirbest e. AKP agirbestê binpê dike. Zextên li ser gel zêde kiriye. Polîs li konan welatiyan qetil dikin. Beriya her tiştî divê ew agirbestê rast pêk bînin. Di encama vê de pratîkên me jî dikevin rojevê.
PROJEYÊN TAMÎLWARÎ PÊK BÎNIN WÊ TÊK BIÇIN
Karayilan da zanîn ku di rewşa ku AKP pêngavên berbiçav navêje de wê gelê Kurd rêya xwe bi xwe diyar bike û bal kişand ser planên tasfiyeyê û wiha got: “Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk bi rastî jî kedek mezin da. Tevgera me jî di vê rê de hewldanên cidî kir. Lê ev hemû yekalî man. Ger bi rastî dewleta Tirk çareseriyê bixwaze divê wê demê li gorî ruhê pêvajoyê tevbigere. Lê heta niha tu tiştek nekiriye.
Qanûna hawirdorê li ser kaxizê maye. Di pratîkê de tiştên pêwîst nehatiye kirin. Bi projeyên Tamîlwarî dixwazin PKK’ê tasfiye bikin. AKP wek sala 2011’an bi projeyên Tamîlwarî bixwaze PKK’ê tasfiye bike, bila her kes bizane ku AKP vê carê bi giştî dê têk biçe. Di rewşeke wisa de wê hemû pirên heyî hilweşin. Wê demê dê gelê Kurd qedera xwe bi xwe diyar bike. PKK ne PKK ya sala 2011’yan e. PKK niha zêdetir bi hêz e. Di heman demê de di bûyerên 6-8’ê Cotmehê de hat dîtin ku gelê Kurd xwedî jîrbûneke mezin e. Ji ber vê jî bila kes bi hesabên şaş tevnegere.”
YÊN PÊVAJOYÊ RAST NEXWÎNIN WÊ WINDA BIKIN
Karayilan wiha berdewam kir: “Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê tê meşandin, pêngava li Şengalê, Berxwedana Kobanê û ruhê li ser esasê neteweyî pêş dikeve, wê çareseriya pirsgirêka Kurd ferz bike. Yên ku vê rast nexwînin wê bikevin zorê û winda bikin.
Di rewşa ku hikûmeta AKP’ê dest ji uslûba serdest-şoven berde û pêngavên pratîk bavêje, em jî ji çareseriyê re vekirîne. Bulent Arinç dibêje em ne hewceyî çareseriyê ne. Ger tu ne muxtac bî gelê Kurd qet ne muxtac e. Divê AKP vê usluba xwe terk bike. Divê şaş nêz nebe. Hele hele li dijî Rêber Apo divê qet şaş nêz nebin. Îro gelê Kurd gelek bi Hêze. Her cureyê derfet û rêbazî heye. Lê li gel vê em çareseriyê dixwazin. Em girêdayî çarçoveya ku Rêber Apo di Newroza 2013’an de aşkera kiriye. Lê ger vê nekin em ê rêya xwe vebikin û ji wir biçin. Divê her kes vê bizane.
PÊNGAVÊN ŞÊNBER
Karayilan pêngavên ku divê bên avêtin jî wiha rêz kir: "Destpêkê divê çarçoveya ku Rêbertiya me pêşkêş kiriye bibe qanûnî. Divê sekreterya pratîk bibe. Divê pêvajoya cidî ya muzakereyê bê destpêkirin. Divê heyetên muzakereyê zelal bibin û heyeta çavdêr bên avakirin. Divê şert û mercên Rêbertî jî bên guhertin.
Heyeta çavdêr divê ji kesên ne alîgir, bê alî ava bibin. Ne şert e ku hemû ji Tirkiyeyê bin. Şexsiyetên gelek girîng ên xwedî tecrube yên navneteweyî jî hene. Di vê heyetê de kî peywira xwe neyne cih divê bê hişyarkirin. Berevajî vê wê baweriya me ya li dijî pêvajoyê kêm bibe.”
DIVÊ LI BENDA HILBIJARTINAN BÊ SEKINANDIN
Karayilan wiha berdewam kir: “AKP her tim bi hesabên hilbijartinê nêzî pêvajoya çareseriyê dibe. Îro em ber bi pêvajoya hilbijartina 2015’an diçin û em heman nêzîkatiyê qebûl nakin. Ji bo pêngavên pêwîst bên avêtin û dema hilbijartinê derbas bibe, wê samimiyeta li dijî çareseriyê jî xwe nîşan bide. Hikûmeta AKP’ê her tim wisa nêzî pêvajoyê bû. Di hilbijartinên 2011’an de wisa nêz bû û di hilbijartinên Serokkomariyê de jî ket pey berjewendiyan. Ji ber vê jî em nêzîkatiya ‘bila bimîne piştî hilbijartinê’ qebûl nakin.”
NE PARASTINA PASÎF A AKTÎF
Karayilan da zanîn ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji bo parastina gelê Kurd divê hêzeke parastinê ya hevpar bê avakirin û got ku Kurd divê ne pasîf bi awayekî aktîf şerê parastinê bimeşînin.
Karayilan axaftina xwe wiha berdewam kir: “DAIŞ li dijî hemû destkeftiyên Kurdan êrîşan pêk tîne. Lê gerîla, YPG û pêşmerge niha di berxwedanê de ne. Em xwedî li hemû berxwedêran derdikevin. Têkoşîna gelê me ya li Başûr û Rojava ji bo tevgera azadiya Kurdistanê derfetên nû afirandiye. Wisa xuyaye ku wê bikeve pêngava serkeftinê. Kes nikare li dijî dîrokê bisekine. Gelê Kurd wê azad bibe. Hewldanên li pêş ve wê têk biçin. Ji ber ku dîrok wisa dixwaze. Gelê Kurd ev 91 sal e li ber xwe dide. Bêguman li gel vê berxwedanê kêmasî hene. Divê platfomeke navneteweyî bê pêşxistin. Xebatên Kongreya Neteweyî di 2013’an de gihişt astek jor. Niha divê ji cihê ku maye bê berdewamkirin.
Ji bo ku hêzên parastinê jî bibin yek avakirina platformek wisa gelek girîng e. Niha hevkariyek tune lê li Kerkûk, Mexmûr û Kobanê yekîneyên asta jor bi hev re tevdigerin. Berê der barê vê de pêşniyarên me çêbibûn lê ji kesî deng derneketibû.
Nuqteyeke din a kêm jî ev e ku di stratejiya şer û taktîkê de ji bo ku qezencên gelê Kurd bên parastin divê rêbazên aktîftir û encamgirtî bên pêkanîn. Di rewşa heyî de stratejiyeke şer a parastinê ya pasîf tê meşandin. Bi vê stratejiyê serkeftin û encam nayê girtin. Li şûna vê bi stratejiyeke parastinê ya aktîf dikare serkeftin bê bidestxistin. Yanî hewcedarî bi stratejiyeke nû ya ku hakîmiyet û înîsiyatîfê pêk tîne, heye.
BILA CIWAN TEVLÎ GERÎLA BIBIN
Karayilan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanan kir ku tevlî qadên têkoşînê bibin û got: “Pirsgirêka Kurd êdî hatiye asta çareseriyê. Ciwanên Kurd ev ferq kirin û pêl bi pêl tevlî gerîla bûn. Ez bang li hemû keç û xortên Kurdistanê dikim, hûn wek zarokên bi şeref ên Kurdistanê di avakirina dema serkekftina dîrokî de cih bigirin.”


