Karayilan: PKK dê têkoşîna çekdarî berfireh bike

Karayilan: PKK dê têkoşîna çekdarî berfireh bike

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ji rojnameya Le Temps a bi zimanê Frensî li Swîsreyê weşanê dike re axivî û diyar kir ku ew dê taktîka xwe ya li ser esasê “lêxe-bimîne” berdewam bikin û got ku ew dê têkoşîna çekdarî berfirehtir bikin. Karayilan Erdogan xwedî dildariyên dîktator ên hegemonîk ên ku Hîtler tîne bîra mirov e.

Karayilan wiha bersiv da pirsên rojnameya Le Temps:

Di vê havînê de PKK’ê êrîşên dijwar pêk anî, gelo çima?

-Mûrat Karayilan:Enqereyê muzakereyên li Osloyê rawestand. Me bi delegasyona Tirk re li ser protokolên lihevkirinê li hev kiribû. Diviyabû Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan van protokolan erê bikiriba. Lê qet bersiv neda. Berevajiyê vê xwe gellek bi hêz hesiband, got qey ew dê me bi çekan bin bixe û ji her eniyê ve êrîş kirin. Em li vir, heta Qendîlê jî şopand. Bi taybet di zivistana borî de gelek wendahiyê me çêbûn. Me jî di biharê de xwe organîze kir û me di havînê de dest bi êrîşan kir.

Gelo hûn îro ji berê bihêztir in?

-Li gel ji nû ve organîzebûnê, me nêzîkatiya xwe ya taktîkî jî guhert. Me berê lê dixist û belav dibûn. Artêş jî li pey me dihat û wendahî dihatin dayin. Lê em êdî narevin. Em êdî êrîşê baregehên ku artêş li wir bi hêz e û li benda me ye, nakin. Em dikevin herêmên ku artêşa Tirk lê tune ye û li benda wan dimînin. Em herêmê dagir dikin û gava artêş tê ku me derbixe, em jî van deran digirin.”

Çima ev taktîk beriya niha nehat pêşxistin?

-Em jî heman pirsê ji xwe dipirsin. Ji ber ku ji tişta ku me hêvî dikir, bi bandortir bû. Artêş matmayî bû. Em di hemû lêdanan de bi ser dikevin; Ger artêş êrîşê herêmên di bin kontrola me de bike, mînak li bejahiya Colemêrgê, ger mudaxele bike, dê neçar bimîne ku li dijî me li herêmên ku em pir lê şarezan e, şer bike. Ger tiştek neke, wê demê tê wê wateyê ku me herêmek bi dest xist. Em dê li ser vê rêyê bidomînin û heta em ê têkoşîna çekdarî berfirehtir bikin.

Deriyê we dê ji diyalogê re vekirî bimîne?

-Belê, lê her tişt bi hukûmeta Tirk ve girêdaye. Recep Tayyip Erdogan beriya çend hefteyan got ku ew dikarin hevdîtinên Osloyê ji nû ve bidin destpêkirin. Pir baş e, lê ji gotinan ne wêdetir e. Di pratîkê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tu vînek (îrade) nîşan nade. Deriyê me ji hemû muzakere û diyalogan re vekirî ye, lê em çalakiyên xwe yên çekdar ranawestînin.

Ji bo rawestandina tundiyê çi merc divê?

-PKK, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ji bo muzakereyên bi Enereqyê re Abdullah Ocalan weke nunerê xwe destnîşan kirin. Em dixwazin ku şert û mercên girtinê yên Abdullah Ocalan bêne sererastkirin, divê pêwîstiyên tendurîstî bên pêkanîn, ewlehiya wî hebe û bi awayeke azad bikare tevbigere. Ev dikare bi awayê hepsa malê jî bibe. Rêberê me bi vî awayî dikare bi hukûmetê re muzakereyan bike. Ev ji bo rawestandina tundiyê şertek sereke ye

Gelo bi ya we şexsê serokwezîr ji bo aşitiyê asteng e?

-Recep Tayyip Erdogan soz da ku ew ê çareseriyek ji krîzê re peyda bike û li ser pişta Kurdan hate hilbijartin. Gava nû hat ser wezîfeya xwe hinek nermtir bû, lê rûyê wî yê rast zû aşkere bû. Erdogan xwedî dildariyên dîktator ên hegemonîk ên ku Hîtler tîne bîra mirov e.

Tirkiyeyê got ku ger ziyanek bigihe berjwendiyên wan û ewlehiya wan bikeve xeteriyê, ew ê dest li Kurdên Sûriyeyê werbidin. Hûn dê wê demê çi bikin?

-Divê Tirkiye xwe ji şerên wiha dûr bixe û dest ji van entrîkaya berde. Daxwaza Kurdan a ji bo xweseriyek demokratîk û rewa heye, dixwaze mafên wan bên nasîn. PKK piştgiriyê dide hemû daxwazên Kurdan û em piştgiriyê didin Kurdên Sûriyeyê. Ger artêşa Tirk êrîşê wir bike, an jî êrîşê saziyên ku gelê Kurd li wir hilbijartine, bike em ê li ser axa Tirkan bergirîdanek (bersivdan) tund bidin.