Kaplan: Ew fermandar kî ye?

Kaplan: Ew fermandar kî ye?

Cigirê Serokê Koma BDP’ê Hasîp Kaplan pirsên “Birêz Wezîrê Navxweyî ev fermandar kî ye? Peywira wî çi ye? Navê wî çî ye? bi Kê re li dîmenan meyzand? Kê ferman da?”, ji Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn pirsî.

Kaplan li meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist û bersiv da daxuyaniya “Ferman ji aliyê fermandarên li Enqereyê dîmen analîz dikirin ve hatiye dayîn” û got; “Kî ye ev fermandar?”

Kaplan got; “Birêz Wezîrê Navxweyî ev fermandar kî ye? Peywira wî çi ye? Navê wî çî ye? bi Kê re li dîmenan meyzand?.”

Kaplan wiha domand; “Ew fermandarên li van dîmenan meyzand û fermana bombebaranê dan kî ne. Birêz Wezîrê ez ji we dipirsim. Navê wî bidin dozgeran, bila dadgeh wan bibin îfadeyê. Bila pêvajoya darizandinê dest pê bike. Ger li vî welatî hiqûq kar dike, ha ji we re dozgerno, Wezîr fermandarê bombebaran kir destnîşan kir, hûn jî peyda bikin û bila îro îfadeya wî bê girtin. Wezîrê navê fermandar daye, cih û navnîşana wî diyar e.”

Kaplan got; “Muxatabê me hikûmet e” û wiha domand; “Birêz Wezîrê hedê xwe derbas kiriye, dibêje ku BDP li wê herêmê qaçaxçîtiyê bi rêxistin dike û dixe bin kontrola xwe.”

Kaplan destnîşan kir ku ew 5 sal in di Meclîsê de ye û gotinên muzakereyê yên Erdogan bi bîr xist. Kaplan got; “Di navbera odeya min û ya Birêz Serokwezîr de 20 metre navber heye. Di navbera odeya wî û ya Birêz Hevserokê med e 30 metre heye. Ev pênç sal in em cîran in, ne çayek me vexwar, ne jî me ya wî. Ji bo xwedê, ma di navbera me de çiya û kendal hene? Em her roj ji heman çayxaneyê çay vedixwin, lê em hev nabînin. Em nikarin biaxivin û muzakere bikin, pirsgirêkên welêt berdewam in, xwîn dirije û diçe.”

Kaplan bal kişand ser gotinên Wezîr Naîm Şahîn ên der barê “muzakereyan” de û got; “Birêz Wezîrê Navxweyî dibêje ku ji bo hevdîtian rêyek heye û piştre jî dibêje ji bo hevdîtinan divê çek deynin, dibêjin bila BDP çekan deyne, kerem bikin hevalê min, vaye çek amin pênûsa min, min li vir danî, bila hezretê hikûmet bên em hevdîtin pêk bînin. Ji bo xwedê, divê êdî ev hikûmet biryarek bide. Bila bêjin em ê bi kê re hevdîtin, bi kê re muzakere bikin û çi biaxivin. Serokwezîr tiştek, Wezîrê Parastinê tiştek, yê Navxweyî jî tiştek dibêje, dê ev yek çawa bibe?”

Kaplan bang li Erdogan kir û got; “Birêz Serokwezîr jî weke serkêşê kabîneyê bila kabîneyê bîne hîzayeyê. Birêz Serokwezîr ev çi rewş e, li kabîneya xwe bibe xwedî. Van berpirsên xwe careke din di ber çavan re derbas bikin.”