'Kapîtalîzm dixwaze li Kurdistanê belav bibe'

'Kapîtalîzm dixwaze li Kurdistanê belav bibe'

Aborînas Azîze Aslan diyar kir ku krîza kurtir dibe ya pergalê, Kurdistan aniye rewşa erdnîgariyeke girîng û dixwaze kapîtalîzmê li vir belav bike û dewlet jî li dijî gel polîtîkayên ne bi fêde û bo razemend jî polîkayên baş pêş dixe. Aslan diyar kir ku derdora sermayayê xwedî li pêvajoyê derdikevin û ji ber ku sermaye ji ax, bender û îstîqrarê hez dikin. Aslan wiha got: “Çareseriya ji bo fêdeya civakê ye ji rêveberiya xweser a aboriyê derbas dibe. Tê gotin ku di aboriyê de jin tune û tevlî jiyana aborî nabin. Lê ev şaş e.  Şaredarî aktorê herî mezin ên aboriya komunal e. Lê ne yekane aktor in.” Aslan diyar kir ku li şûna AVM’yan divê piştgirî ji esnafên biçûk re bê dayîn.

Aslan ku di xebatên Konferansa Aboriya Demokratîk de cih girt der barê  rola kapîtalîzmê ya li Kurdistanê, rêveberiyên herêmî, cihê jinê yê di aboriyê de û rêveberiya xweser a aboriyê de axivî.

KURDISTAN JI BO KAPÎTALÎZMÊ ERDNÎGARIYEK BAŞ E

Aslan diyar kir ku pergal her diçe krîza xwe kûr dike û got: “Dema kapîtalîzm bikeve krîzê li erdnîgariyê nû digere. Dixwaze sermayeyê li cihên nû binirxîne. Hem krîza global û hem jî krîza sermayayê ya Tirkiyeyê ji ber vê Kurdistanê tîne rewşa erdnîgariyek girîng. 

Aslan da zanîn ku ji sala 1980’ê û şûnde sanayiya ku xwe dispêra îxracatê, yanî bi piyasayên global ên navneteweyî re rejîmên aboriya ji derve re vekirî mijara bgotinê ye. Tirkiye çawa fêdeyê digire ji van piyasayan? Ji ser hêza erzan. Lê li bajarên rojava hêza kar ne erzan e. Ji ber vê jî ev ji bo vê pêwîst e.Kurdistan di aliyê betalî û ji ber şer bê çare maye. Ji ber vê jî ev herêm dibe herêma hêza kar a erzan.

Di 2012’an de bi Plana Teşwîqê ya hat amadekirin re, Tirkiye li 6 herêman hat veqetandin. Herêma 6’emîn yanî herî paşde mayî Bakurê Kurdistanê ye. 15 bajarên wê hene.  Bi pergala teşwîqê hewl tê dayîn ku ev herêm bê pêşvebirin. Ji ber vê jî stratejiyên herêmî û sektorel dikin dewrê. Ez stratejiya sektorel zêdetir girîng dibînim.  Di vê stratejiyê de sektorên ku zêdetir ked têde heye ber bi herêma 6’emîn ve tînin. Di serî de jî tekstîl tê.  Di vê sektorê de hem ked zêde ye û hem jî ti tiştekî karkeran ne di bin kontrolê de ye. Li gel vê belavkirina çandiniyê jî mijara gotinê ye. Ew jî wek sektoreke ku ked zêde têde heye tê dîtin.

PATRON BI MALIYETEK KÊM WÊ KAREKÎ ZÊDE BIKE

Aslan da zanîn ku fêdeya vê ji bo patronan jî gelek e û got: “Em di vir de dibînin ku dewlet û sermaye çawa hevkariyê dike. Dewlet ji sermayederan re dibêje li vir sermaye razîne, ji sedî 40 bacê ez 10 salan carê nagirim. Karsaz jî ji para sîgorteyan kêm dike. Di bi navê piştgiriya faîzê de bi faîzek kêm krediyan digirin. Dema ku maliyeta karker tê hesibandin ji bo karsaz tê 634 lîrayî.

Di heman demê de kedkarên Kurd êdî li ser erdnîgariya wan heqê  wan dixwin. Li aliyekî erdnîgariya Kurd wêran dikin. Mînak; Hewselê dixwazin ji qada çandiniyê derxin û ji îmarê re vekin.

PÊVAJO JI BO SERMAYEYÊ GIRÎNG E?

Aslan da zanîn ku pêvajo ji bo sermayedaran gelek girîng e û wiha berdewam kir: “Em dibînin ku xwedî li pêvajoyê derdikevin. Sermaye ji benderên bi ewle, ax û îstîqrarê hez dikin. Deverên bi şer û pevçûn ji bo sermayeyê ne cihên bi ewle ne. Dema mirov li tecrûbeyên cîhanê dinêre, tê dîtin ku kapîtalîzm di pêvajoyên çareseriyê de li herêmên berxwedanê êrîş pêk anîne. Me jî di vê pêvajoya du salan de ev dît; têkiliyên sermayeyê civakî dibin. Mirov li ser sermayeyê û kar fikirîn. Bangên, werin em li vir sermaye razînin ji ber vê ye. Lê fêdeya vê ji bo gelê Kurd tune."

Aslan bal kişand ser rêveberiyên xweser jî û got: “Li herêmê, bajar, gund divê civak li her hemû xebatên aboriyê bibe xwedî gotin. Wê bacan bê çandin, wê demê wê gel biryarê bide.  Ez pez xwedî dikim wê gel wir biryarê bide. Em bi heqdestên gelek kêm dixebitin. Em vê jî berdewam dikin. Em di qadên enformel de bê ewlehî, bê rêxistin dixebitin. Ji ber li ser tiştên ku em bikin rêveberiyên me yên xweser tunene.

Rêveberiyên xweser hem ji bo van û hem jî bo xweseriya demokratîk girîng e. Rêveberiya xweser a aboriyê şerta yekem a xweseriya demokratîk e. Erdnîgariya ku li ser aboriya xwe ne xwedî gotin be ne mimkun e ku xweser be."

SENDÎKA DI RÊXISTBÛNA KARKERÊN KURD DE KÊM DIMÎNE

Aslan wiha berdewam kir: “Dema mirov li tevayî Tirkiyeyê dinêre, tê dîtin ku li Kurdistanê di aliyê endamtiya ji bo sendîkayan, hejmara karkerên bi rêxistin gelek kêm e. Dema me konferans li dar xist, me hewl da em pêvajoyeke ku sendîka jî di nav de bimeşîn pêş bixin,  ji ber ku divê vîzyona wan jî demokratîk bibe.  Karkerên bi rêxistin yn sendîkayê dikarin di navbera xwe de komunekê ava bikin û an jî xwe rêxistin bikin."

Aslan bal kişand ser betaliyê û wiha berdewam kir: "Betalî di encama pergala kapîtalîzmê de derdikeve holê. Di heman demê de amûreke ku baş bikar tîne.  Ev amûreke zextê ya li ser aliyê ku dixebite. Gotina ‘Em ê betaliyê kêm bikin’ ne rast e. Ji ber ku ev bi pergalê re eleqedar e. Dema mirov jiyanê ji cihê dij kapîtalîst ava bike, wê demê betalî bi xwe ji holê radibe."

ABORIYEKE KU DIVÊ ZIMAN Û ZÎHNIYETEK MÊR TUNE BE

Aslan bal kişand ser cihê jinê yê di aboriyê de û da zanîn ku di nav civakê de tiştekî şaş heye; tê gotin ku jin tevlî aboriyê nebûne, di aboriyê jin tune. Aslan got: “Di esas de yên ku herî zêde di pêvajoya hilberînê de hewl didin jin in. Di hemû pêvajoyên hilberînê de jin cih digirin. Keda li malê xerc dike, an jî li gund li ser zeviyan xerc dike, nayê dîtin. Keda jinê ya li malê jî nayê dîtin. Aliyekî din ji gelek caran karê ji derve digirin malê. Mînak karên mircanan yên tekstîlan, karê nexşan digirin hundir.  Em dixwazin ev keda jinê ya nayê dîtin bibe civakî. Gelo çima li gundan û taxan cilşo tune ne? Çima kreş tune çima mutebexên hevpar tune ne? Divê pirsên wisa derkevin holê.

Tê gotin ku bila sermaye bê Kurdistanê jin bixebitin. Ji jinan napirsin. Gelo jin dixwazin bixebitin an na. Ji ber ku jin ji mekanîzmayên biryargirtinê hatine qutkirin. Mêran dest daniye ser cihên pêvajoya hilberînê.

Avakirina aboriya komunal û komunan ne hêsan e. Li gund avakirina komunê û li bajar avakirina komunê cuda ye.Lê li bajaran divê jin di aboriyê de bên dîtin.

WEKHEVIYA POZÎTÎF

Li bajaran jin hene û divê bikevin nava aboriyê lê, ger jin bên cem hev, di karekî de jî bixwazin kooperatîfekê ava bikin, ne xwedî mulk in.  Piranî xwedî mulkan mêr in û ji ber vê jî mekanîzmayên fonê li ser wê mulkiyetê pêş dikeve.

Li aliyê din jî jin dema ducanî dimîne ji kar tên derxistin an jî di demên wê yê dawî yê ducaniyê de ji kar tên derxistin û piştî welîdînê wê nagirin kar. Lênerîna zarok jî dibe sedema ji kar derxistinê.”

Aslan di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku di pêvajoya konferansê de cih girtiye lê ji bo gelê Kurd aboriyek alternatîf neaniye rojevê û wiha berdewam kir: “Derdê me ev e; divê ji bo hemû gelên li herêmê dijîn û yên dildar aboriyek alternatîf bê avakirin.  Jiyanek nû bê avakirin. Dema mirov li xizaniya herêmê dinêre, ne tenê Kurd, Ereb jî xizanin heta di sînorê birçîbûnê de ne. Ji Sûriyeyê gelek kes hatin. Em aboriya komunal an jî aboriya komunal a xweseriya demokratîk pêşniyar dikin.

Em Herêmên Xweser ên Demokratîk vedibêjin û  em dixwazin Bakurê Kurdistanê li ser sê pîvanên cuda li herêmên demokratîk bê veqetandin û bi vî awayî jî wê rêveberiyên xweser pêk bên.  

ROLA ŞAREDARIYAN

Aslan der barê şaredariyan de da zanîn ku gelek tiştên ku tên gotin û yên şaş hene û got: “Tê gotin ku di qada aboriyê de şaredarî biryaran digirin. Lê em behsa pergaleke ku civak biryarê digirin dikin. Bêguman şaredarî aktorê mezin ê aboriya komunal e, lê ne aktorê yekane ye.

Şaredarî di çarçoveya rêbazên ku pergalê xêz kirine de dimeşin. Di heman demê de hê jî wesayeta Enqereyê li ser rêveberiyên herêmî hene. Daxwaza rakirina şerhên li ser Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî jî ji ber vê yekê ye."

LI ŞÛNA AVM’YAN ESNAFÊN BIÇÛK

Aslan destnîşan kir ku  cihên dan û stendinê cihên tengkirina demê ne û got: “Dema mirov dikevin AVM’ê, hem dem û hem jî cih teng e. Di cihekî biçûk de mirov dixwazin her tiştî bikin lê mirov diwestin. AVM ne erzan in jî. Yanî ger em bixwazin kapîtalîzmê hilweşînin divê destpêkê em van hilweşînin. Li dijî AVM’yan divê em esnafên biçûk û bakalan biparêzin.”