Kameraya ku di saniyeyê de 100 mîlyar wêne dikişîne hat îcat kirin

Kameraya ku di saniyeyê de 100 mîlyar wêne dikişîne hat îcat kirin

Di encama xebatên li Zanîngeha St. Louîs a DYA’yê de, kamerayeke ku di saniyeyê de 100 mîlyar kare wêne dikare bikişîne, hatiye pêşxistin.

Di çarçoveya xebata nû ya bi navê Compressed Ultrafast Photography (CUP) ku bi optîmîzekirina modela Streak-Kamera ya berê hatibû pêşxistin, hat afirandin, tişta ku dixwaze bê kişandin di heman demê de  bi saya kîneya nû ya ku ronahiyê elektronan belav dike. Di vir de di qada elektronîk ya tê avakirin de hemû pêvajo tê qedkirin.

Di pergala nû de bi tîrêjên lazera cot alî, hejmara kereyên wêneyên ava dibin, bi saya  mîlyonan nîşandanên biçûk, her tişta ku tê kişandin dikare qat bi qat be. Detektorek taybet jî, tirêjên ronahiyê vediguherîne sînyalên elektronîk û pişt re jî ev sînyal vediguherin kareyên wêneyan.

Serokê ekîbê ya xebat meşandiye Lîhong Wang diyar kir ku ew dixwazin vê pergala nû ya kamereyê di gelek lêkolînên zanîstî de bikarbînin û got: “Hedefa me eve ku em pergala kamereya bi navê CUP û wesayîta fezayêre zêde bikin û li gerdunê nokte nokte wêneyan bikişînin. Bi saya vê kamereya nû, dikare şopandina pêvajoya bîyokîmyasal a bedena mirovan bê kirin.”