Kaçmaz ê ji ber li muzîka Kurdî guhdarî kir hat qetilkirin, hat veşartin

Kaçmaz ê ji ber li muzîka Kurdî guhdarî kir hat qetilkirin, hat veşartin

Xebatkarê barkirin-ragihandinê Salîh Kaçmaz ê ji ber li muzîka Kurdî guhdarî kir li Nîgdeyê hat qetilkirin, li Edeneyê hat veşartin.

Salîh Kaçmaz (36) ê li navçeya Nîgde Borê karê barkirinê dikir, bi hinceta bi dengekî bilind li muzîka Kurdî guhdarî kiriye ji aliyê xwediyê erd R.K. ve bi çekê hatibû qetilkirin.

Cenazeyê Kaçmaz ji bo kar û barên otopsiyê anîn morga Saziya Tipa Edlî ya li Edeneyê. Piştî kar û barên otopsiyê cenazeyê Kaçmaz li navçeya Edene Mîsîsê hat veşartin.