Kaçmaz: AKP-MHP ne di krîzê de ye, li ber hilweşînê ye
Wekîlê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz got bloka faşîst a AKP-MHP ne di krîzê de ye, li ber hilweşandinê ye û wê nikaribe xwe ji vê hilweşandinê xilas bike.
Wekîlê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz got bloka faşîst a AKP-MHP ne di krîzê de ye, li ber hilweşandinê ye û wê nikaribe xwe ji vê hilweşandinê xilas bike.
Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz got tecrîda mitleq ji ekolojiyê bigirin heta bi aboriyê xwe nîşan dide, li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyê astenga herî mezin tecrîd e û diyar kir bloka faşîst a AKP-MHP ne di krîzê de lê li ber hilweşandinê ye, wê nikaribe xwe ji vê hilweşînê xilas bike.
Kazmaz têkilî grêvên birçîbûnê ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan rabe, li zindanan tê domandin got, desthilata Tirk ji bo ku çalakiyê bişkînê zext û zordarî zêde kiriye. Kaçmaz got daxwazên girtiyan meşrû ne, divê hemû civak jî bihistyar be û ji bo ku daxwazên çalakgeran werin qebûlkirin divê mirov bi dengekî bilind dengê xwe rake.
Kaçmaz got tecrîda li ser RêberÊ Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandorê li ser tevahiya civakê dike û got, ''Tecrîd diterise ser welatê Kurdan, polîtîkaya Kurdan û bi rengê bêçareserî, şer û polîtîkaya pevketinê derdikeve holê. Weke ewrên reş bandora xwe li ser her devera Tirkiyê dike. Talana ekolojîk a li Kurdistanê her wiha li Ege û Deryaya Reş a Tirkiyê jî derkete pêşberî me. Rewşeke wiha ku destûra bingehîn bêhikim bûye, hema hema statûya welatîbûnê hatiye betalkirin, derdikeve pêşberî me.
Bi van kirinan pêşî li Imraliyê bi tecrîda mitleq, li welatê Kurdan bi qeyûman bi ser civaka Kurd de diçin. Li Wanê bi salan e çalakî û bername hatine qedexekirin. Ango mafên destûrî tim tê astengkirin. Aqilê ku welêt rê ve dibe dema ku ditengije li Ikizdereyê jî biryara astengkirina azadiya ramanê, civîn, meş û xwepêşandinê dikare bistîne. Vê hêza xwe li Kurdistanê ji polîtîkayên derhiqûqî û ji tecrîda li Imraliyê distîne.''
Kaçmaz bi berdewamî diyar kir rewşa ku niha AKP-MHP'ê tê de ye, got, ''Li Tirkiyê Tifaqa Cumhur piranî ji vê re krîz dibêje lê bi ya me ne krîz lê li ber hilweşandinê ye. Ji bo vê asteng bikin AKP bi yasayên ku tîne Tirkiyê ber bi rejîmeke otorîter ve dibe. Niha li komîsyona meclîsê tê axaftin ku yasayên Rewşa Awarte 3 salên din jî werin domandin. Ango em dikarin behsa aqilekî wiha yê desthilatê bikin ku li ser çaresernekirina pirsa Kurdan rawestitaye, ne xwedî wê îdealê ye ku civakeke demokratîk were afirandin. AKP û şîrîkê wê MHP li ber hilweşandinê ye. ''
Kaçmaz got AKP-MHP bi zexta ser civakî dixwazin hebûna xwe bidomînin, bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Rakirina tecrîdê tê maneya bicihanîna yasayên berdest lê ev desthilşatdarî yasayên berdest û yasayên navnetewî jî bi cih nayîne. ''
Kaçmaz diyar kir çaresernekirina li ser pirsa Kurd ji dîrokê û wir ve heye, li dijî tifaqa du miliyetgiran ên li Tirkiyê ew rêya sêyan in û got, ''Dewamatecrîda li Imraliyê hem li bi doza kemînê ya Kobanê û hem jî bi doza girtina partiya me derkete pêşberî me.''
Kaçmaz got, ''HDP li bara hemû zordarî û zexta desthilatê tim li ser piyan ma û ti caran teslîm nebû. Îro dema ku mirov li eniya du blokî ya li Tirkiyê dinere, ev du blok jî blokên milliyegtgir in. Heta niha li ser mijara çareserkirina pirsa Kurd ji du blokan jî ti gav nehatine avêtin.
Bi sedema ku li ser rêya sêyan radiwest li Imraliyê li ser Abdullah Ocalan tecrîda mitleq tê danîn.''
Kaçmaz got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi 'Rêya Sêyan' ji bo demokratîkbûna Tirkiyê, ji bo çareseriya pirsa Kurd paradîgmayeke zelal datîne holê.
Kaçmaz grêva birçîbûnê ya li zindaên Kurdistanê û Tirkiyê bi bîr xist, diyar kir grêva birçîbûnê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîbûna êşkenceya li zindanan dest pê kiriye.
Kaçmaz diyar kir li hemû girtîgehan kirinên wiha hene ku pê li rûmeta mirovahiyê dikin, desthilata Tirk û rêveberiyên girtîgehan bi zext û gefxwarinan dixwazin vîna çalakgerên grêva birçîbûnê bişkînin. Kaçmaz got divê civak jî li bara grêvên birçîbûnê bihistyar be, dirêjbûna çalakiya grêvê birçîbûnê her roja ku diçe rîskên mezin tîne holê.