Jiyaneke di ber gel de hatiye dayîn; Necmettîn Salaz

Rojnamevan-Nivîskar Necmettîn Salaz ku li Silêmaniyê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da, 65 salên emrê xwe ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya. Jidestdayîna jiyana xwe ya Salaz li Wanê ku bajarî wî ye, bû cihê xemgîniyê.

Rojnamevan Necmettîn Salaz ku 14’ê Cotmeha 2023’yan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, 65 salên emrê xwe di der ber têkoşînê azadiya gelên cîhanê de da. Têkoşîna wî sala 1975’an li Wanê dest pê bû, li Silêmaniyê ku lê sirgûn bû, dawî lê hat.  

Çîroka Salaz jiyanek e ku di ber azadiya gel de hatiye dayîn. Li Wanê, li Enqereyê, li Îzmîrê, li Stenbolê û herî dawî li Silêmaniyê ku lê sirgûn bû, ji bo her cihên têkoşînê bûn. Tu car tawiz ji sekina xwe neda, gav ji paş re neavêt. Piştî derbeya 1980’yê di zindana Amedê de ma, bi berxwedana xwe ya di wir de bû mînak. Li Wanê sûîkasta bi bombe lê hat kirin. Tevî van hemûyan beriya jiyana xwe ji dest bide wesiyeta wî ew bû ku wi bibin welatê wî, wî li wê derê veşêrin. Hez ji gel û welatê xwe dikir. 

Me li Wanê ku bajarê wî ye, pirsa Salaz ji heval û hevrêyên wî kir. 

‘SALÊN 70’YÎ LI DIJÎ FAŞÎSTAN TÊKOŞIYA’

Siyasetmedar Abdûrrahman Dogar ku wî û Salaz sala 1976’an di lîseyê de hev nas kiriye, wiha behsa têkoşîna wî ya li dijî faşîzmê kir: ‘’Min kek Necmettîn Salaz di lîseyê de nas kir. Serdemeke giring bû ku Sala 1978’an hikumeta Eniya Neteweperest pir midaxeleyê tevgerên siyasî yên çepgir dikir. Necmettîn Salaz hingê li dijî hêzên faşîst bi têkoşîneke jidil rabû. Serokê komeleyê bû û li enstîtuya perwerdehiyê dixwend. Em hingê di komeleyeke çepgir de bûn û tevî niqaşên siyasî dibûn. 

Dema ku serokê komeleyê bû polîs her bi ser de digirt lê sekina Necmettîn Salaz her riprast bû. Ji hingê ve me hev û din nas didît, haya me ji hev hebû. Çend serdeman em bi hev re xebitîn. Mirovekê xweş bû. Dizanî wê têkiliyê bi mirovan re çawa deyne. Têkiliya wî bi gundî, bajarî û rewşenbîran re xurt bû. Bi ya min mirovekê pir bi qedir bû. Her çalak bû. Ji berê ve ciwanên hingê hez jê dikir. Bi van meziyetên xwe yêkê pir giring bû. Pir giring bû nivîsîna mirovekê 40 sal di nava têkoşînê de maye. Necmettîn bû yekê nemir ji bo me. Çimkî berhem ji bo me hiştin. Dema şêwirmend bû li şaredariyê, bi her kesê hewcedar re bû alîkar. Neco ji bo Wanê yekê hêja bû. Bêriya Wanê dikir. Dewleta ew pir êşand lê wî her dixwest ku li Wanê bijî. Ji ber têkoşîna xwe li sirgûnê jiya û jiyana xwe ji dest da. Derdê wî yê karkirina pere tu car nîn bû. Heta hilma xwe ya dawîn ji bo Kurdan li ber xwe da. Ewqas bi welatê xwe ve girêdayî bû ku got: ‘’Eger ez bimirim, min bibin Wanê.’’

‘ME DIXWEST EM BIBIN ŞOREŞGEREKΠMÎNA WÎ’

Siyasetmedar Necmî Kalçik ku salên dawîn ên sirgûnê Salaz pir dîtiye û çûye mala wî, got: ‘’Me dixwest em bibin şoreşger û welatparêzekê mîna wî. Gava li sirgûnê, ez pir diçûm dîtina wî. Kesekê Kurdistanî bû. Kek Necmettîn ji bo me îdol û şoreşgerek bû. Dema derketina televîzyonê me bi saetan guhdariya wî dikir. Dema li Silêmaniyê sirgûn bû, ez çend caran çûm dîtina wî. Xeyala kek Necmettîn, li Kurdistana azad vexwarina çayeke qaçax bû. Em pir li ber dikevin. Hêj zû bû. Bila serê gelê Kurdistanê sax be.’’

‘KOMA WÎ DEV JI ROJIYA MIRINÊ BERDA LÊ WÎ LI BER XWE DA’

Hasan Avci ku piştî derbeya 1980’yê bi Necmettîn Salaz re di zindana Amedê de maye, diyar kir ku Salaz şoreşgerekê pir baş bûye û wiha axivî: ‘’Di zindana Amedê de em bi hev re bûn. Fikirên me yên siyasî ji hev cihê bûn lê ew şoreşgerekê pir paş bû. Cihên me yên razanê ji hev cihê bûn. Aliyê wî yê bandora xwe li ser min pir ew bû ku di berxwedana sala 1983’yan de koma wî ku dihat darizandin bi rêveberiya girtîgehê re li hev kir lê wî li ber xwe da. Piştî derketin ji zindanê jî me hev û din didît. Tim pirsa mirov dikir û bi mirov re mijû dibû. Bi pişt re li Enqereyê bi cih bû û li wir jî li têkoşîna xwe ya siyasî dewam kir. Bi TKP’ê re li têkoşîna xwe ya bi şoreşgerî dewam kir. Paşê tevgera azadiyê nas kir. Şêwirmendê giştî bû di Şaredariya Mezin a Wanê de û bi malbatên mexdûr re pir bû alîkar. Herî dawî li Silêmaniyê sirgûn bû. Bername ji bo televîzyonên me çê kirin. Em wî ji bîr nakin.’’ 

‘MÎRATEYEKE GELEK GIRING HIŞT JI BO ME’

Aktîvîstê jîngehê Alî Kalçik ku hevalê têkoşînê yê Salaz ê salên 70 û 80’yî ye, wiha axivî: ‘’Ez behsa çiyê Necmettîn bikim; berxwedana wî ya zindanê de, sosyalîstiya wî, di 18 saliya xwe de ku bû serok, şoreşgeriya wî, romannivîsiya wî ya berxwedêriya wî. Di roportajeke xwe de dibêje; ‘’Di zindanê de berxwedan nîn bûya, min ê dev ji şoreşgeriyê berdaya. Piştî wê berxwedanê me fam kir ku em ê bi têkoşînê bi ser bikevin’… Necmettîn Salaz, Kurd e, Kurdistanî ye. Komunîst û welatparêz bû û pir bêriya Wanê dikir. Roportajên ku çendeyê dawîn kirin, gelek giring bûn. Beriya jiyana xwe ji dest bide jî roportajek da. Kesê yekemîn e ku li Wanê sûîkast lê hatiye kirin. Îdolê me bû. Me têkoşîn bi derengî nas kir lê pir caran nedikarî bi Necmettîn re bin. Ji wê boneyê pir li ber dikevim. Gele berhemên giring û mîrate hiştin. Jiyana wî ji bo me hemûyan mînak e.’’