Jiyan û tenduristiya girtiyên nexweş di xeteriyê de ye
Di çalakiyên ji bo girityên nexweş hatin lidarxistin de hat diyarkirin ku bi taloqkirina berdana girtiyan re jiyan û tenduristiya girtiyên nexweş di xeteriyê de ye.
Di çalakiyên ji bo girityên nexweş hatin lidarxistin de hat diyarkirin ku bi taloqkirina berdana girtiyan re jiyan û tenduristiya girtiyên nexweş di xeteriyê de ye.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 601’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin û gelek parêzvanên mafên mirovan, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, rêveberên HDP’ê, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Girtiyê nexweş Celalettîn Can bila bê berdan” hatin vekirin.
Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can ê li Girtîgeha Sîlîvriyê ya Jimara 5’an tê ragirtin.
Aktîvîstê Hewldana 78’an Îsmet Evren daxuyanî da û diyar kir ku hiqûqa dijminane ya li dijî girtiyan berdewam dike û xwest hemû mafên girtiyan li wan bên vegerandin.
REWŞA WÎ GIRAN DIBE
Evren da zanîn ku Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can ê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê agirtin nexweşiyên apnesî, mîde û çav pê re hene û her wiha penceşêa prostatê jî lê ketiye û ew nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Evren got Celalettîn Can ji ber ku di sala 2011’an de qezaya trafîkê kiriye di lingê wî de platîn heye û her ku diçe temen û nexweşiya wî lê pîr dibe û ji ber ku w^salek û 3 meh ceza xwariye di 31’ê Tebaxê de hatiye girtin. Evren destnîşan kir ku heke tedawiya Can neyê kirin wê çavên wî kor bibin û ji ber nexweşiyan jiyana wî di bin xetereyê de ye û xwest tavilê bê berdan.
ENQERE
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 473’yemîn de li ber avahiya Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê çalakî li dar xist. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Mehmet Emîn Çam ê 72 salî ku li Girtîgeha Êlihê ya Tîpa T’yê tê ragirtin.
Rêvebera navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û destnîşan kir ku girtî bi gelek astengiyên tedawîkirinê re rû bi rû ne û halêhazir 500 jê rewşa wan giran hezar û 500 girtiyên nexweş li girtîgehan hee.
ÛR DI SERÊ WÎ DE DERKETIYE
Çevîrmen da zanîn ku Mehmet Emîn Çam cara ewil di sala 2013’an de hatiye girtin û piştî 10 meha di hepsê de maye hatiye berdan û paşê di encama darizandinê de 9 sal ceza lêbirîne û di 14’ê adara 2022’yan de girtine birine Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M’yê. Çevîrmen anî ziman ku Çam 17 roj li hucreya yek kesî bi tena serê xwe hatiye hiştin û paşê jî wî di 1’ê nîsana 2022’yan de sewqî Girtîgeha Qûbîna Êlihê ya Tîpa T’yê kirine. Çevîrmen diyar kir ku li nexweşxaneyan piştî muayeneyan hatiye tespîtkirin ku ûr di mêjiyê Çam de heye û şert û mercên girtîgehê her ku diçe dibe sedema ku rewşa Çam girantir bibe.
DU CARAN EMELIYAT BÛYE
Çevîrmen da zanîn ku Çam ji ber gurcikên xwe jî nexweş e û du caran hatiye emeliyatkirin û guhên wî ker bûne û bi zorê deng diçê. Çevîrmen xwest Mehmet Emîn Çam ji ber nexweşiyên xwe demildest were berdan.