Serokê Partiya Demokratên Lîberal ya Rûsyaye Vladimir Jirinovskî di derbarê krîza balefira Sûriyeyê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve bizorê anîne xwar ragihand ku, pêwîste Rûsya Balyozê xwe yê Enqereyê bikişîne û her wiha Balyozê Tirkan yê Moskowayê ji Rûsyayê bê derxistin.
Li gorî nûçeya ajansa RBK ku sipartî hesaba Twitter ya Jirinovskiyê got; “Ji Enqereyê re weke bersiv pêwîste em balyozê xwe bikişînin û balyozê wan jî ji Rûsyayê derxînin. Tirk bigiştî ji dervey aqil tevdigerin.”
Piştî ku balefira aydê Rêyên Hewayî ya Sûrî ku seferên Moskowa-Şamê dike, bi hinceta ku malzemeyên bigûman tê de ne bi zorê li Balefirgeha Esenboga ya Enqereyê anîn xwar, Balyozê Enqereyê yê Rûs Vladimir Îvanovski vexwendibû Wezareta Karên Derve.
Her wiha Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê mijarê ji Enqereyê daxuyaniyek xwestibû.