Jinên Tolhilder li Erzirom û Stenbolê çalakî lidar xistin

Jinên Tolhilder li Stenbol û Erziromê di du çalakiyên cuda de 2 wesayîtên endamên AKP’ê şewitandin.

Jinên Tolhilder di 31’ê Cotmehê de li Akçaburgaz a Stenbolê û di 1’ê Mijdarê de jî li navçeya Tekman a Erziromê du wesayît şewitandin.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di 31’ê Cotmehê de li Taxa Akçaburgaz a Stenbolê wesayîteke AKP’yî hatiye şewitandin.

Hat ragihandin ku di 1'ê Mijdarê de li Taxa Kaplica ya navçeya Tekmanê ya Erziromê wesayîteke AKP'yiyan hatiye şewitandin.

Jinên Tolhilder diyar kirin ku çalakî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Rojava hatine lidarxistin.