Jinên Tîrêjên Rojê 2 fabrîka şewitandin, polîsek birîndar kirin
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihandin 14-15'ê Tebaxê du fabrîka, depoyeke nalbûrê, 4 wesayitên lûks şewitandine û polîsek birîndar kirine.
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihandin 14-15'ê Tebaxê du fabrîka, depoyeke nalbûrê, 4 wesayitên lûks şewitandine û polîsek birîndar kirine.
Jinên Tîrêjên Rojên ragihand ku yekîneyên wan bi çalakiyên li Uşak, Mersîn, Stenbol û Sakaryayê Pêngava 15'ê Tebaxê slav kirine.
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihand yekîneyên wan 14-15'ê Tebaxê li çar bajaran çalakî kirine.
Insîyatîvê ragihand ku 14'ê Tebaxê li Uşak Ulubeyê fabrîkeyeke şakir a nîjatperestên Tirk, her wiha li Mersîn Bozyazî jî fabrîkaya tekstîlê ya nîjatperestekî Tirk ê MHP'yî hatiye şewitandin.
Bi berdewamî hate gotin 15'ê Tebaxê li Stenbol Arnavûtkoyê depoyeke nalbûrê û çar wesayitên lûks ên nîjatperestê Tirk ê AKP'yî hatine şewitandin, li Sakarya Sapanca jî yenîkeyên wan li dijî du polîsên Tirk ên nîjatperest û tecawizkar bi çekên şexsî çalakî kirine, ji van polîsan yek jê bi giranî birîndar bûye.