Jinên Kurd li Japonyayê şîdet protesto kirin

Jinên Kurd li Japonyayê şîdet protesto kirin

Li paytexta Japonya Tokyoyê, jinên Kurd bi civînekê tundiya li hemberî jinê protesto kirin. Di civînê de hat destnîşankirin, ku Arîn Mîrxan sembola berxwedana jinê ye.

Baskê Komeleya Çanda Kurdên Japonyayê yê Jinan, bi wesîleya 25'ê Mijdarê roja têkoşîn û piştevaniya navneteweyî ya li dijî tundiya li hemberî jinê, duh civînek lidar xist. Di axaftinên li vir de bal hat kişandin ser girîngiya rojê û rola jinên Kurd hat destnîşankrin. Jinan girîngiya Arîn Mîrxanan bibîr xistin û diyar kirin ku divê têkoşîna jinê bê xurtkirin.

Di civîna ku mijarên jîndarkirina çanda Kurd li Japonyayê û pêşeroja zarokan hatin nîqaşkirin de, pêwîstiya komeleyeke jinên Kurd weke nêrîna hevpar hat destnîşankirin.