Jinên Kobanê ji bo çareserkirina pêdîviyên xwe mala jinan vekir

Jinên Kobanê ji bo çareserkirina pêdîviyên xwe mala jinan vekir

Welatiyên Kobanê yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn û li Pirsûsa Rihayê di konbajaran de bi cih bûn ji bo jiyana xwe bidomînin kar û xebatên xwe dimeşînin. Jinên li wargeha  Rojava dimînin ji bo çareserkirina pêdîviyên welatiyên xwe mala jinên karker vekirin û dest bi xebatan kirin. Jin ji bo xebatên xwe hîn xurt bikin li benda alîkariye ne.

 Welatiyên Kobanê yên ku ji ber êrîşên çeteyên hov ên li dijî mirovahiye yên DAIŞ’ê cih û warên xwe yên jiyanê koçber bûn û hatin li Navçeya Pirsûsa Rihayê di kon bajaran de bi cih bûn, ji bo jiyana xwe bidomînin kar û xebatên xwe yên komîn dimeşinin. Jinên ku di Kon Bajarê Rojava de li gel hemû şer û mercên giran ji bo piştgiriyê bidin hev û jiyana xwe bi tevgerî bidomînin ji bo xwe mala bi navê Mala Jinên Karker a Şehît Kader Ortakaya vekirin û di wir de kar û xabatên xwe yên desta dimeşînin. Jinên ku li kon bajar di konan de dimînin heya nîvro karê xwe yên jiyana rojane diqedînin û piştî nîvro diçin mala jinan û li vir dest bi kar dikin. Ji ber ku mala jinan nû hatiye vekirin anha nezî 50 xebatkar xwe henê. Jin li mala jinan ji bo welatiyên Kobanê yên ku cil û bergên wan tineyî re ji bo xwe ji sermaya zivistane ya dijwar biparêzin kincên sitûr dihunin û çêdikin. Her wiha bi morik û pîlîkan jî tiştên xemle çêdikin. Jinên Kobanê ji aliyeke ve kar û xebatan dimeşînin, li aliyê din jî ji zarokên xwer e distirên. Jinên ku bi stranên li ser Kobanê guhdarî dikin Kobanê bibîr tînin û xeyala Kobanê dikin.
 
JI BO ÇARESERKIRINA PÊDIVIYIAN DIXEBITIN

Li mala jinan, ji bi derfetên kêm îdara xwe dikin û li benda alîkariye ne ku hîn zêde karibin kemasiyên welatiyên xwe çareser bikin. Jina bi navê Fatma Elî ya 20 salî diyar kir ku ji ber vala vala rûdinin xwestine di nav kar û xebatên mala jinan de cih bigre û ji welatiyên xwe re bibe alîkar. Elî da zanîn ku di konan de bêhna wan têng dibe û bi vî awayî hem sebra xwe tinîn hem jî di nav kar û xebatên kolektîf de cih digrin. Elî bilêv kir ku bi vî rengî çereserkirina pedîviyên welatiyên Kobanê wan jî kêfxweş dike û keda wan ber tiştekî pîroz digire. Elî got ku pêşeroj zivistane û gelek welatiyên ku alîkarî nagihêje wan, ji bo zêde li ber sermayê nekevin dê bigihêjin wan. Elî wiha direjî da axaftina xwe: “Em 24 seatan li cihe xwe disekinin û li ser xwe difikirin. Em çidikin tiştekî nikarine ji hev derxin. Em dixwazin rojek berî rojekê li Kobanê ya xwe vegerin. Ji bo vegera xwe em ti car heviya xwe winda nakin. Rojekê em ê teqez vegerin warên xwe.”
 
'JI BO FEYDEYEKÊ LI GELÊ XWE BIKIM DIXEBITIM'

Welatiya bi navê Heyfa Xazî ya 17 salî jî diyar kir ku dixwaze alîkariya gelê xwe bike û ji bo ve jî çi ji destê wê tê wê bike. Xazî da zanîn ku tiştekî ku ji bo gelê xwe çêbike dilê wê xweş dike û got: “Ji bo alîkariya gelê xwe ez çi zanime ez wî çêdikim. Niha ji destê min ev tişt tê. Ji bo wê jî ez ê bixebitim.  Dixwazim ji zarokan re çakêtan çê bikim ku pê kêfa wan were. Her çeketekî ez nêzî 4-5 roja de diqedînim. Ji bilî vê jî ez ji hevalên xwe yên di mala jinan de çi hîn bibim ez ê ji bo gelê xwe wan jî çêbikim ku ez jî feydeyekê li gelê xwe bikim. Ji destê min niha  ev tê.”
 
Berpirsyara mala jinan dayika 7 zarokan Vehiyde Ehmed (50) jî der barê xebatên mala jinan de axivî û got ku ji bo çareserkirina pêdîviyên welatiyên xwe mala jinan vekirine û dest bi kar û xabatên xwe kirine. Ehmed diyar kir ku ji ber ku makîneyên dirûtinê di dest wan de nîne zehmetiyê dikşînin û ji bo we jî niha tenê bi çêkirina cil û bergên sûtur û çêkirina amurên xemlan kar û xebatên xwe dimeşînîn e. Ehmed got gelek jinên ku tên mala jinan dirûtinê dizanin û ji bo ve yekê jî pedîviyên wan e cil, cav û makîneyan bi lêzgînî heye. Ehmed da xuyakirin ku eger di destê wan de cil, cav û makîneyên dirûtinê hebin wê ji bo çareserkirina pêdîviyên welatiyên Kobanê hîn bi fedê bibin û got: “Eger wan kemasiyên me jî bên çareserkirin de em ê bi awayekî hîn xurttir karibin bixebitin. Her jinek tê li mala jinan 2 saetan  hem karekî bi feyde dike hem jî xulkî xwe fireh dike."