Jinên endamên KESK’ê çalakî li dar xistin
Jinên endamên KESK’ê çalakî li dar xistin
Jinên endamên KESK’ê çalakî li dar xistin
Jinên endamên KESK'’ê bi daxwaza, "Em jin in. Wezareta Jinan dixwazin” li ber Midûriyeta Stenbolê ya Wezareta Malbat û Civakê çalakiyek li dar xistin.
Jinên KESK’î yên li ber Midûriyeta Poîtîkayên Malbat û Civakê hatin gel hev, xwestin Wezareta Malbat û Civakê wek Wezareta Jinan bê guhertin. Jinan li ber Midûriyeta ku polîsan bi awayekî mîna rewşa awerte heye dorpêç kiribûn, pankarta, “Em jin in. Wezareta Jinan dixwazin” vekirin, li Tirkiyeya ku her roj 5 jin tên qetilkirin, tehemûlnekirina wezareteke jinan bi dirûşmên, “Em ne malbat jin in”, “Ne edaleta zilam, edaleta rast” û “Ked, beden û nasnameya me ya me ye” şermezar kirin.
DI SALA 2014’AN DE 240 JIN JI ALIYÊ ZILAMAN VE HATIN QETILKIRIN
Li ser navê jinên KESK’î Sîmge Yardim ku daxuyanî xwend got ku li Tirkiyeyê her roj 5 jin tên kuştin, bi sedan jin rastî şîdetê tên û ji destpêka 2014’an heta niha 240 jin bi şideta zilam hatine qetilkirin.
Yardim wiha dewam kir, “Bi hewldana xwe ya veguhertina her qada jiyanê, îro careke din bê ku em li bendê bin kesek tiştekî bide me, em ji bo wergirtina mafê xwe li vir in. Em wezareta jinan dixwazin.”
Ji bo 10 jinên ku li ber Midûriyeta Bajêr a Polîtîkayên Malbat û Civakê kom bûn ku bi sedan polîs hatin komkirin bal kişand.

