Jinên ciwan ên li nobeda berxwedanê: Di 25 Mijdarê de biherikin ser sînor

Jinên ciwan ên li nobeda berxwedanê: Di 25 Mijdarê de biherikin ser sînor

Jinên ciwan ên 65 roj in bi armanca destekkirina berxwedana Kobanê li ser sînor nobedê digirin, dan xuyakirin ku berxwedana Kobanê di kesayetiya jinên bindest de dewam dike û bang li hemû jinên cîhanê kirin ku di 25'ê Mijdarê de bên ser sînor û tevlî çalakiyê bibin.

Jinên ciwan ên li ser sînor di roja 65. a berxwedana Kobanê de nobedar in, ji bo çalakiyên li ser sînor ên bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, dest bi kar kirin. Jinên ku li mal û gundên Mehser û Miseynterê di çarçoveya çalakiyên girseyî yên 25'ê Mijdarê de ji niha ve nîqaşên li ser dîroka jinê dimeşînin, di heman demê de li ser sînor nobedê ldigirin û destekê didin şervanên YPJ'yî. Aktîvîsta Tevgrea Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) Bêrîtan Kayaş diyar kir ku berxwedana YPJ'ê têkoşîna jinê ya gerdûnî ye û destnîşan kir ku ew ê di kesayetiya Arîn Mîrxan de, 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê li ser sînor bi dijberiya şîdeta DAIŞ'ê, pêşwazî bikin.

'DAIŞ GEFEK LI TEVAHIYA JINAN E'

Bêrîvan Kayaş ragihand ku DAIŞ di dema dawî de hovîtiya herî mezin a nêrza dike û anî ziman ku mejiyê DAIŞ'ê ji cehaleta şewitandina pîrebokan a tarîtiya serdema navîn bêtir tarî ye. Bêrîvan Kayaş got, "Niha bi maşikiya DAIŞ'ê re, li Rojhilata Navîn careke din hovîtiya nêrza tê kirin. Li dijî vê hovîtiyê divê ne tenê jinên Kurd rawestin. Ev hovîtî ne tenê meseleya gelê Kurd e, meseleya hemû cîhan û jinên cîhanê ye. Terora DAIŞ'ê li hemberî tevahiya cîhanê ye. Ji bo li dijî vê hovîtiyê were derketin, divê kêliyek jî neyê windakirin. Em bang li tevahiya jinan dikin ku bi biryardarî biherikin ser sînor."

'JINÊN KURD LI DIJÎ TERORA DAIŞ'Ê RADIWESTIN'

Endama Meclîsa Jinê ya Şirnexê Leyla Îşlek jî ragihand ku mîrateya têkoşîna jinên Kurd roj bi roj mezintir dibe û got, "Bi salane ji ber hovîtiya dewletê li herêmê demeke tarî ji bo jinê dihat jiyîn. Bi têkoşîna azadiyê ya Kurd re, jin ji nû ve hişyar bûn. Jin hem li dijî şîdeta li nava malbatê hem jî li hemberî şîdeta dewletê têkoşiyan. Têkoşîn hînê dewam dike. Heman jinên Kurd niha li dijî DAIŞ a gefeke mezin li tevahiya cîhanê ye, têdikoş in. Cesareta vê têkoşînê ji mîrateya azadiyê ya ji Sakîneyan heta Arînan tê."

Şîrîn Îmam a 15 salî ya ji Kobanê jî diyar kir ku kekê wê Merwan Îmam li nav refên YPG'ê di şer de jiyana xwe ji dest daye û destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê navê şîdetê bi xwe ye. Şîrîn Îmam diyar kir ku jinên YPJ'yî şer dikin û eger YPJ'yî dikarin Kobanê rizgar bikin, hingî divê hemû jinên cîhanê jî li hev bicivin û cîhanê rizgar bikin.