Jinan li gelek bajaran qirkirin şermezar kir

Bi pêşengiya jinan li Riha, Stenbol û Mêrdînê qirkirina li ser Êzîdiyan şermezar kirin.

Di salvegera 7'an a Fermana li ser Êzidiyan de ya ku bi destê çeteyên DAÎŞ'ê ya bi piştevaniya dewleta Tirk pêk hatî, jinan li Mêrdîn, Stenbol û Rihayê qirkirin şermezar kirin.

Di çalakiyên şermezarkirina Komkujiya Şengalê ku bi pêşengiya jinan hatin lidarxistin de banga ku 3'ê Tebaxê bibe "Roja Tekoşîna Dijî Qirkirina Nîjadî û Qirkirina Jinê" kirin. 
 7'emîn salvegera Komkujiya Şengalê ku DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de li dijî êzidiyan pêk anîn li Mêrdîn, Riha û Stenbolê bi daxuyaniyan hat şermezarkirin. 
 
RIHA 
 Tevgera Jinên Azad (TJA) û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajar a Rihayê, li avahiya HDP'ê Komkujiya Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek aktîvîstên TJA'yê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Me qirkirina nîjadî û qirkirina jinê ji bîr nekiriye û ji bîr nekin" hat vekirin û jinan çerikên spî dan serê xwe. Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî, bal kişand ser berxwedana jinan a di komkujiyê de û ev tişt gotin: "Em baş dizanîn ku armanca hedef girtina jinan a di komkujiyê de tunekirina nasnameya jinê ya li Rojhilata Navîn bû. Lê bi ser neketin. Jinên êzidî bi berxwedana xwe ya di vê qirkirinê de ji dinyayê re bûn mînak."
 Daxuyanî bi dûrişmeyên mîna “Bijî Berxwedana Şengal’e” û “Jin Jîyan Azadî” bi dawî bû. 
 Piştî daxuyaniyê li avahiya HDP'ê têkildarî komkujiyê sînevîzyonek hat nîşandan. 
 
MÊRDÎN 
 Li Mêrdînê jî bi pêşengiya TJA'yê li avahiya HDP'ê ya Bajar a Mêrdînê bi daxuyaniyekê Komkujiya Şengalê hat şermezarkirin. Berdevka HDP'ê û Parlamentera Mêrdînê Ebrû Gunay, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek aktîvîstên TJA'yê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Qirkirina jinên Şengalê qirkirina jiyanê ye" hat vekirin. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku li ber çavê dinyayê jinên Êzidî li bazaran bi qirkirinê rû bi rû hatine hiştine û wiha got: "Rexmî ku Hollanda û Belçîka Qirkirina Êzidiyan nas kirin jî Tirkiye daxuyaniyeke fermî jî nedaye. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye û DAIŞ li heman eniyê ne. Li gel hemû êriş û zextan jî jinan li xaka xwe Şengalê rêveberiyên xwe yên azad ava kirin û xwe bi rê ve dibin. Ev ji vir bangî rayedaran dikin û dibêjin ku hûn bi naskirina Qirkirina Êzidiyan dikarin komkujiyên li dijî kurdan rawestînin û 3'ê Tebaxê jî weke "Roja Tekoşîna Dijî Qirkirina Nîjadî û Qirkirina Jinê" nas bikin. Bi vî awayî hûn dikarin dijminajiya li kurdan bi dawî bikin."
 Piştî Gunay Aktîvîsta TJA'yê Eylem Amak jî ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku Qirkirina Êzidiyan nas bike. 
 Daxuyanî bi dûrişmeya “Jin jiyan azadi” bi dawî bû. 
 
STENBOL 
 
Meclisa Jinan a Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) jî têkildarî komkujiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û têkildarî komkujiyê ev nirxandin kir: "Qirkirina nîjadî ya herî mezin a sedsala 21'emîn 7 sal beriya niha li Şengalê ji aliyê DAIŞ'ê ve li dijî êzidiyan pêk hat. Rexmî ku di ser qirkirinê re 7 sal derbas bûne jî hê birînên wê nehatine pêçandin. Em ê komkujiya li Şengalê pêk hat qet ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Jibîrkirina Şengalê jibîrkirin û paşguhkirina êşên ku gelê kurd kişandiye."
 Di daxuyaniyê de banga ku 3'ê Tebaxê weke "Roja Tekoşîna Dijî Qirkirina Nîjadî û Qirkirina Jinê" bê nasîn hat kirin.