Jinan got: Em nikarin ragirin ku jineke dî jî were kuştin

Jinên ku li dijî kuştinan li çalakiyan in, gotin ,''Em nikarin ragirin ku jineke dî were kuştin.''

Li Tirkiyê bi tundiya zilaman kuştina jinan didome. Li gorî rapora Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin tenê Tîrmehê 20 jin hatine kuştin. 

Jinên ku piştî her kuştina jinekê derketin kuçeyan dibêjin ji kuştina jinan AKP-MHP berpirs e ku Peymana Stenbolê fesh kirine û her wiha daraza Tirk berpirs e ku cezayê kujeran kêm dike. Jinan diyar kirin heta ku jin nema werin kuştin ew ê têbikoşin.

Arîfe Demircî yek ji wan jinan e ku piştî kuştinan jinan li meydana Stenbolê derketî meydanê. Demircî diyar kir ji ber kuştina jinan ew gelek bihêrs e, got bi feshkirina Peymana Stenbolê û cenazekirinê, kujer, tecawizkar û tacîzkar wêrek dibin.

Yek ji çalakgera dî ya jin Aleyna Koca jî diyar kir bi kuştinan jinan re îstîsmar û tecawiz zêde bûne, rojê 4-5 caran tacîzên wiha têne srê wê jî û got, ''Ji ber ku cihê van sûcan di  yasayan de nîne û kesên ku ev sûc kirine nayên cezakirin, tecawizkar ji vê wêrek dibin.''

Koca diyar kir ew ji ber kuştina jinan pir hêrs e, ew êdî kuştina jinee dî nikarin ragirin û got berpirsê sereke yê kuştina jinan desthilat AKP-MHP ye ku Peymana Stenbolê betal kirine. Koca bi berdewamî destnîşan kir polîtîkayên AKP-MHP'ê dibe tundî li jinan vedigere  û got ew ê vê qebûl nekin, li dijî tundiya mêran û hişmendiya ku vê teşwîq dike têbikoşin.

Rojda Yıldeniz jî diyar kir her çendî tê xwestin ku vê rewşa taloke normal nîşan bidin jî jin wê vê qebûl nein, ew ê ne dev ji Peymana Stenbolê biqerin ne jî dev heqên xwe û jinan bidin jiyîn.

Aktivîsteke dî ya jinan Şevval Bellî jî got,''Ji bo ku em vê hovîtiyÊ biguherînin tişta ku ji dest me tê em ê bikin. Em hêvî dikin ku têkoşîna me wê encamê bîne û jinan bidin jiyîn.''

Ece Korgolu jî helwesta xwe ya li ser kuştina jinan nîşan da û got, ji bo çareseriyê, ji bo ku jin neyên kuştin tişta ji dest wan tê ew ê bikin.

Yek ji aktivîstan jî E. A ya 15 salî jî helwesta xwe nîşan da û got,''Ji ber desthilatê em di vî halî ne. Di rewşeke wiha de ku ew çend tundî heye, Peymana Stenbolê ku jin ji tundiyê diparastin betal kir. Vê derî li wan kesan vekir ku tundî li jinan dikirin.''