Jina ku 30 sal in girtî bû beriya ku ji girtîgehê derkeve hate destgîrkirin!

Şadiye Manap a ku 30 sal in li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dîl dihate girtin, beriya ku ji girtîgehê derkeve hate destgîrkirin.

Şadiye Manap a ku di sala 1992'an de li Rihayê hatibû destgîrkirin û li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê hat darizandin, cezayê muebetê lê hatibû birîn.

Manap ku di 24 saliya xwe de hat girtin, li Riha, Midyad û herî dawî li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ma. Manap ku di dema girtina xwe de gelek caran rastî êşkenceyê hat, piştî 30 salan îro danê sibê hate berdan.

Lê belê Manap piştî karûbarên serbestberdanê, bi hinceta lêpirsîna ku di sala 2020'an de li dijî wê hatiye vekirin kirin, ji aliyê polîsan ve hat destgîrkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Kocaeliyê.

Hat hînbûn, Manap ku di çarçoveya lêpirsînê de beriya niha îfadeya wê hatiye girtin, li Midûriyeta Emniyetê ya Kocaeliyê tê ragirtin û hînê destûr nehatiye dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.