Ji wekîlên Swêdî pêşniyara dengdana gel a ji bo Başûrê Kurdistanê

Ji wekîlên Swêdî pêşniyara dengdana gel a ji bo Başûrê Kurdistanê

Heft parlamenterên Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat, ku çar ji wan Kurd in, pêşniyarnameyek dan Parlamenta Swêdê û xwestin, derfeta diyarkirina çarenûsa xwe ji bo gelê Başûrê Kurdistanê re bê naskirin.

Di pêşniyarnameyê de hat destnîşankirin ku ji bo pêkhatina vê jî, divê civaka navneteweyî destekê bide daxwaza referandûma li Başûrê Kurdistanê ya rêveberiya Herêma Federal a Kurd.

Li binê pêşniyarnameya bi navê 'Cîhaneke adîl pêkan e' de mora Shadiye Heydarî, Roza Guçlu Hedîn, Lawen Redar, Serkan Kose, Leîf Nysmed, Johan Buser û Arhen Hamednaca hene.

Parlamenteran dan xuyakirin ku Kurd çaremîn gelê mezintirîn ê Rojhilata Navîn e, xaka wan li nav Iraq, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê hatiye parvekirin û bi nifûsa xwe ya ji 30-40 mîlyonî Kurd yekane gelê bê dewlet e.