Ji wekîlên HDP’ê li hember HES û bendavan daxuyanî
Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Sîbel Yîgîtalp, Ziya Pîr, Edîp Berk û Îmam Taşçıier li Meclîsê têkildarî bendav û HES’ên tê xwestin li navçeya Farqîn a Amedê bên çêkirin daxuyaniyek dan.
Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Sîbel Yîgîtalp, Ziya Pîr, Edîp Berk û Îmam Taşçıier li Meclîsê têkildarî bendav û HES’ên tê xwestin li navçeya Farqîn a Amedê bên çêkirin daxuyaniyek dan.
Parlamenterên HDP'ê yên Amedê di daxuyaniya xwe ya der barê bendav û HES’ên li Farqînê tên çêkirin gotin, “Bi projeya bendavê re wek tê îdîakirin wê bereketa Dîcleyê neherike Farqînê, berevajî wê Farqînê bifetisîne.”
Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Sîbel Yîgîtalp, Ziya Pîr, Edîp Berk û Îmam Taşçıier li Meclîsê têkildarî bendav û HES’ên tê xwestin li navçeya Farqîn a Amedê bên çêkirin daxuyaniyek dan.
'WÊ GUND BÊN VALAKIRIN, ZINDÎ DI BIN AVÊ DE BIMÎNIN'
Di daxuyaniyê de hat gotin ku çêkirina santralên hîdroelektrîk bilez berdewam dikin, her çiqasî tê gotin ku sedema çêkirina HES’an a fermî hilberîna elektrîkê ye jî dema tevayî HES’ên çêkirina wan didome temam bibin jî wê bi qasî ji sedî 7’ê hilberîna elektrîkê ya Tirkiyeyê ye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Bi projeya bendavê re wek tê îdîakirin wê bereketa Dîcleyê neherike Farqînê, berevajî wê Farqînê bifetisîne. Wê ji 52 gundên Pasûrê 19 gund di bin avê de bimînin, bên valakirin. Wê cureyên nebatan û zindî di bin avê de bimînin.”
‘PROJEYA BÊ MIROV HIŞTIN ’
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev merc hemû derfetên debara mirovan ji destê wan digirin û wan neçarî koçberiyê dikin. Ango li cihên bendav lê têne çêkirin projeya bê mirov hiştin û tinekirina dîrokê di dewrê de ye. Ev bendav û bendavên termîk ên hatine çêkirin an jî tê xwestin ku çêbikin, ji bo gundiyan û çavkaniyên debarê yên herî bingehîn ên weke çandinî, lawirvaniyê texrîb dike, bi vî awayî ziyanên pir mezin didin gelê me. Her wiha ji ber bandoriya Germahiya Gerdûnî jî ev santral, HES, înşaetên bendavan xwedî tehlûkeyeke texrîbkirina mirov û xwezayê ne.”
‘DAXWAZ’
Parlamenterên HDP’ê diyar kirin ku pêwîst e li şûna enerjiya nukleer, enerjiya termîk û projeyên HES’an a ku li ser çêkera civakî û eko-sîstemê xwedî bandoriyeke texrîbker e, pêwîst e li çavkaniyên enerjiya alternatîf bigerin û wiha gotin, “Pêwîst e xebat û projeyên berbiçav ên der barê cureyên enerjiyên jeotermal, ba û roja ku dostê xweza û derdorê bêne jiyanîkirin û ji bo pêkanîna wan polîtîka bên pêşxistin. Projeyên HES’an ên armanca wan çi dibin bila bibin pêwîst e tavilê bên sekinandin, pêwîst e zerar û ziyanên înşaetên bendavan rê li ber vekirine bên bicihanîn.”