Komeke parlamenterên Alman û parêzvanên mafê mirovan piştgirî dan daxwazên girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên ketine gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger. Parlamenterên ji bo daxwazên girtiyan bên cih bang li hikûmeta li Merkelê kir û gotin ‘Zextên siyasî li Tirkiyê bikin’ û diyar kirin ku enceq pirsgirêka kurd bi riyên aştiyane tê çarserkirin.
Greva birçûnê ya bêdem û bêdor bi daxwaza sereratkirina şert û mercên tenduristî, ewlehî û tevgera azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin ket roja 37’emîn.
Komek ji parlamenterên Alman û parêzvanên mafê mirovan piştgirî dan greva girtiyan û bang li hikûmeta Angelina Merkelê kirin ku zextên siyasî li ser hikûmeta Tirk bike.
Parlementerên Meclîsa Federal ên ji Partiya Çepgir; Heidrun Dittrich, Ulla Jelpke û Harald Weinberg pêşengî ji bangê re kir û mzeya wan kesan cih digire: Endama Meclisa Eyaleta Hamburgên Cansu Ozdemîr, endama Meclisa bajarê Nurnbergê Marîon Padua, endamê lijneya rêveberiya Partiya Çepgir Yilmaz Kaba, enama meclisa NRW ya berê ya partiya Çepgir Hamîde Akbayir, dîroknas Mîchael Knapp, civaknas Martîn Dolzer û lêkolîner Dr Peter Sturstynskî cihd igire.
Di bangê de hate destnîşankirin ku piştî roja 40’emîn a girevê dê nexweşiyên cidî derkevin holê û got dê heta mirinê jî biçe û wiha gotin:
“Girtî ji bo rewşa Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ku zêdetirê 400 roj in hevdîtin pêre pêk nayên ketine girevê. Ocalan ev 400 roje di tecrîdê de ye. Hikûmeta tirk mafê gelê kurd bin pê dike. Tenê di sala 2011’an de 1555 bûyerên îşkenceyê pêk hatin. Bi heman awayî li girtîgehan jî zext didome. Li dijî vê tabloyê em piştgiiyê didin daxwazên girtiyên kurd” û ji hukûmeta Merkelê xwestin ku zextên siyasî li Tirkiyeyê bikin.