Ji Tirkiyeyê bo ANF’ê qedexeyek din

Ji Tirkiyeyê bo ANF’ê qedexeyek din

Wezareta Ragihand û Telekomunîkasyonê ya Tirkiyeyê malpera www.anf.bz ya ser bi Ajansa Nûçeyan ya Firatê (ANF) qedexekir.

Di derbarê qedexeya Wezareta Tirk de rêveberiya ANF’ê daxuyaniyek da û biryara qedexeyê ya meqamên Tirk şermezarkir. Rêveberiya ANF’ê ragihand ku, sansûra ku li ser çapemeniyê pêktîne karekterê zalim yê rejima AKP’ê radixe berçavan.

ANF got; “Qedexeya ku Wezareta Telekomunîkasyona Tirk weke êrîşekî nû ya li dijî mafê wergirtina agahiyan ya cemaweriyê ye, em polîtîkayên sansûrwarî yên hikumetê şermezar dikin. Em dixwazin careke din bînin ziman ku, hikumet bi van êrîşên li dijî çapemenî û azadiya fikir wê nekare rastiyan bêdeng bike.”

ANF’ê bang li meqamên Tirk kir ku, dest ji van polîtîkayên qedexewarî berdin û hemû astengên pêşiya çapemenî û azadiya fikir rakin.

ANF ji Cotmeha 2005’an ku hate avakirin heya niha rastî pêkanînên zalimane û sansûrên rejima Tirk tê. Beriya vê navnîşana Ajansê ya “firatnews.com” bi navnîşanên weke “.eu.”, “.org”, “.nu” jî hatibûn qedexekirin.

Weke din jî Ajansa Nûçeyan ya Firatê bi awayek sîstematîk dibe hedefa êrîşên sîber yên navend Enqere.

Tirkiye di nav welatên cîhanê de herî zêde pêkanînên zalimane û sansûr li ser çapemeniyê dike de cihê xwe digire. Di aliyê rojnamevanên girtî de jî di cîhanê de girtîgeha herî mezine.