'Ji terora dewletê ya bi maske re êdî bes e'

'Ji terora dewletê ya bi maske re êdî bes e'

Buroya Hiqûqê ya Bindestan bertek nîşanî operasyona polîsan a li dijî muwekîlên xwe yên endamên ESP’ê da û got: “Ji terora dewletê ya bi maske ya hiqûqî re bes e.”

Buroya Hiqûqê ya Bindestan der barê operasyona siyasî ya li dijî muwekîlên xwe yên endamên ESP’ê de daxuyaniyek da.

Buroyê diyar kir ku polîsên tevgera taybet bi ser avahiya partiyê û malên endamên ESP’ê de girtine û wiha got: “Ajansa Nûçeyan a Cîhanê ku di mijara operasyonên di çarçoveya lêpirsîna hejmar a 2014-28192 a dozgeriyê GOP’ê de hatiye kirin ku hê der barê parêznameyan de agahî nehatiye girtin, der barê operasyon û pêvajoya hiqûqî de nûçe çêkirine. Rojnameya Yenî Şafakê jî ev demek bû xebatkarên Taxa Gazî ya ESP’ê hedef nîşan daye û nûçeyên wekê MLKP sazbûna mîlîsiyê ye nûçe çêkirine.

Buroya Hiqûqa Bindestan di daxuyaniyê de diyar kir ku ew li dijî van geşedanan matmayî mane û got: “Ji terora dewletê ya bi maske ya Hiqûqê re bes e. Em ê li dijî vê êrîşkariya hiqûqî-siyasî pêwîstiyên parastinê bikin. Em bang li hevpîşeyên xwe dikin ku kesên li dijî vê operasyonê li ber xwe didin bikevin parastinê û ji bo piştevaniyê dakevin kolanan.”