Ji Swêd banga cemidandina muzakereyên Tirkiye-YE
Ji Swêd banga cemidandina muzakereyên Tirkiye-YE
Ji Swêd banga cemidandina muzakereyên Tirkiye-YE
Ji yek endamê Yekîtiya Ewropayê Swêd li hember Tirkiyeyê dengên dijber bilind dibin. Ji bilî Partiya Demokratên Swêd a bi nîjadperestî û dijmintiya biyaniyan tê naskirin, hemû partiyên din ji bo Tirkiye bibe endamê YE di nav hewldanên taybet de ne.
Lê belê li ser pêşveçûnên dawî yên li Tirkiyeyê di nêzîkatiyên hin partiyan de li hember Tirkiyeyê guhertineke cidî tê dîtin.
Di nûçeya sîteya nûçeyan a YE de, hefteya buhrî piştî Parlamenterê Ewropa yê Demokratên Xiristiyan Lars Adaktusson, Seroka Komîteya Daxwaznameyan a Parlamentoya Ewropa yê Partiya Gel Cecilia Wikstrom, diyar kir ku Tirkiye her diçe antî-demokratîk dibe û kesên ji fikrên cuda tên girtin. Wîlksrom xwest muzakereyên endamtiya Tirkiye-YE bên cemidandin.
BÎLDT: JI TIRKIYEYÊ RE XÊZER PÊWÎST E
Endama Partiya Muhafazakar Parlamentera Ewropa Marîa Corazza Bîldt jî ji ber wê li welêt hêzên alîgirên reformê lewaz bibin, li hember cemidandina muzakereyên Tirkiye-YE derdikeve. Bîldt, got ku ji bo hê zêdetir demokrasî û azadiya ramanê muzakereyên endamtiyê ji bo Tirkiyeyê wê xêzera herî baş be.