Ji Serokwezaretiyê daxuyaniya li ser pevçûna li ser sînor

Navenda Koordînasyonê ya Serokwezaretiyê, der barê pevçûna li sînorê Kîlîsê ya di navbera artêşa Tirk û DAIŞ'ê de daxuyaniyek da.

Navenda Koordînasyonê ya Serokwezaretiyê, der barê pevçûna li sînorê Kîlîsê ya di navbera artêşa Tirk û DAIŞ'ê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li 3 hedefên DAIŞ'ê hatiye xistin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civîna ewlekariyê ya duh bi serokatiya Serokwezîr Ahmet Davûtoglû li Qesra Çankayayê pêk hat de pevçûna li ser sînor û tedbîrên ewlekariyê yên werin girtin hatine nirxandin û biryar li ser hatiye dayîn. Hat gotin, "Saet di 03.12'an de 3 balafirên F-16 ji 8. Fermandariya Baregeha Bingehîn a Jet a Amedê bi hewa ketine, saet di navbera 03.40 - 03.53'an de bi vê tevgera hewayî re li 3 hedefên rêxistina terorê DAEŞ'ê xistine. 2 biryargeh û nuqteyeke kombûnê ya berê hatibûn tespîtkirin, bi 4 bombeyan hatine bombekirin. Balafirên me saet di 04.24'an de gihaştine baregehên xwe."