Ji ser sînor berxwedana Kobanê hat silavkirin

Ji ser sînor berxwedana Kobanê hat silavkirin

Bi sedan kesên li ser sînor di çalakiya zincîra ji mirovan de gihan hev, bi dirûşma "Bijî Berxwedana Kobanê" berxwedan silav kirin.

Li gundên Mehser û Miseynterê, ku bi armanca piştevaniya berxwedana Kobanê nobeda berxwedanê lê tê girtin, îro jî çalakiya zincîra ji mirovan bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat.

Ji Dayikên Aştiyê heta aliman, zarokan û jinan bi sedan kesî bi destê hev girtin, berê xwe dan Kobanê û ji bo bîranîna cangoriyê li Kobanê jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz girtin. Welatiyan dûre bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî YPG", "Bijî YPJ" berxwedan silav kirin.

Li aliyê din li qadên çalakiya zincîra ji mirovan hat lidarxistin, welatiyan bi keviran nivîsên "YPG", "YPJ" û "APO" nivîsandin.