Ji saziyên sivîl ên Swêdê li dijî êrîşên li ser kurdan bertek

Ji saziyên sivîl ên Swêdê li dijî êrîşên li ser kurdan bertek

31 saziyên Kurd, Tirk, Pomak, Asurî-Suryanî û Elewî yên ku li Swêdê dixebitin daxuyaniyek hevpar dan û polîtîka û kampanyayên reşkirinê yên dewleta tirk yên li hemberî gelê kurd şermezar kirin û bang li Wezîrê Karê Derve yê Swêdê Carl Bîldt kirin ku ku li dijî êrîşan helwestek nîşan bide..

Di daxuyaniya ku bi Swêdî hate weşandin û ji hemû saziyên çapemenî, parlamenter û rêxistinên girseya demokratîk re hatin şandin, hate destnîşankirin ku piştî hilbijartinên herêmî yên sala 2009’an şûn de zext û zordariyên li ser kurdan zêde bûne û ji 8 hezarî zêdetir Kurd hatine girtin. Her wiha tê destnîşankirin ku desthilatdariya AKP’ê di demên dawiyê de li hemberî Kurdistaniyan derketine neçirê.

Ligel vê tê diyarkirin ku ku rapora ku bi armanca weqf û komeleyên Kurd krîmînaltîze bike û di hefteyên borî de Maseya Lêkolînê ya Sûcên Malî (MASAK) ya girêdayî Wezareta Maliyê ya Tirk de hate avkirin de, hatiye amadekirin, ketiye destê çapemeniya alîgir.

Di raporê de tê destnîşankirin ku li dijî Chest a li Ewropayê hatiye avakirin, Global Funf for Children, Ashoska General, Weqfa Kurd a Stockholmê, Komeleya Çanda Kurd a Stockholmê û Koperatîfa Jinan a Umut Işigi ya ku li Amedê hatiye avakirin û Sereratxaneya Swêdê ya li Stenbolê, reşkirin û sûcdariyên ku tu rastiya wan tune hatine gotin.

Hate ragihandin ku Koperatîfa Jinan a Umut Işigi alîkariya zarokên kurd yên xizan dike û di sala 2006’an de bi hevkariya fînansmana saziya Sîda ya alîkariya derve ya Swêdê, Navenda Olof Palme re pirtûkxaneya Zarokan a Astrîd Lîndgren hatiye avakirin.

Lê MASAK û çapemeniya alîgir Koperatîfa Umut Işigi bi sûcdariya ku ji PKK’ê pereyan digire sûcdar dikin û navê jinên di rêveberiya kooperatîfê de cih digirin weşandin û hedef nîşandan. Di daxuyaniya ku ji aliyê 31 rêxistinan ve hate dayîn de hate destnîşankirin ku di encama vê de du jinên rêveberên kooperatîfê di bin tehdîdê de ne û helwesta desthilatdarî, Masak û çapemeniya alîgir a Tirk şermezar kirin.

Di daxuyanyê de hate diyarkirin ku Wezareta Karê Derve ji bo alîkariyên dewleta Swêdê ji bo parastina ziman û çanda kurd bê birîn, zextan li Seferatxaneya Swêdê ya Stenbolê dikin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bila seferatxaneya Stenbolên bang li Enqereyê bike û bila bêje ev helwest nayê qebûlkirin.

Navenda Olof Palme daxuyaniyek da û diyar kir ku Kooperatîfa Jinan a Umut Işigi pereyê ku bo wan tê şandin li gorî armancê tê bikaranîn û got ku ev bi raporên musabeyên serbixwe hatiye derxistin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ligel Weqfa Kurd a Stockholmê, Komeleya Çanda Kurd û Koperatîfa Jinan der barê MASAK û çapemeniya alîgir de serlêdana sûc kir, lê dewleta Swêdê li dijî vê bê deng maye û got ev nayê qebûlkirin.

31 saziyên rêxistina civaka sivîl êrîşên li hemberî saziyên kurd protesto kirin û bang li Wezîrê Karê Derve yê Swêdê Carl Bîldt hat kirin ku rastî ji gelê Swêdê re aşkere bike.

Saziyên îmzeyan wan li bin daxuyaniyê hene:

Federasyoan Elewî ya kurd, Navenda Çanda Asûrî, Entîtuya Pomak, Komeleya Çand û Hunera Tirk, Estîtuya Kurd a Stockholmê, Komeleya Çand û Piştevahiya Turkiye-Swêdê, Konseya Kurd a Swêdê, Komeleya Jinan a Kurd a Amara ya Stockholmê, Navenda Çanda Elewî ya Dalarna, Navena Çanda Pedagojîj ya Stockholmê, Komeleya Karê Hundir yê Çandê ZÎRYAB, Komeleya Jinan a Kurd ya Navnetewî ya Helsînborg, Komeleya Tapkiranlar, Partiya Guherîn a Demokratîk ya Mezopotamyayê, Kurdocide Watch CHAK, Komeleya Çanda Kurd a Dalarna, Navenda Çanda Elewî ya Goteborg.